10 augusti 2021

Îro Kurdistan24ê bi min ra hevpeyvînek kir

Îro ji telewîzyona Kurdistan24ê Aware xanim hat bîstekê bû mîvana me û bi min ra hevpeyvînek çê kir.

Di mesela telewîzyonê da ez bêtercûbe me, çawa bû ez nizanim. Lê Aware xanimê got baş bû.

Heger ”gelşek”, qeza û belayek çê nebe hevpeyvîn ewê di programa ”Kowar” da were weşandin.

Tarîx ne dîyar e. Awere xanimê soz da min, got berî weşana programê ewê xeberê bide min.

Di programê da min bi kinî qala jiyana xwe, hatina xwe ya Swêd û xebatên xwe yên li Swêd kir. Cara pêşî min kînga û li ku nivîsî,  çend kitêbên min hene û kitêb li ser çi ne.

Min hinekî jî qala bloga xwe jî kir.
Ji ber hewa ne xweş û baran bû xanimê li hundur bi min ra peyivî. Di dawiya programê da baranê vekir, hewa hinekî xweş bû. Me qahwa xwe li hewşê vexwar. Ez bawer dikim wira jî hinekî girt.

Min ji Aware xanimê ra pasta çê kiribû, qahwa kurdî jî da ber. Her du jî pir eciband, got normal ez qahwê venaxum, lê ji ber ku te got qahwa kurdî min qebûl kir, lê ez poşman nebûm, qahwa te pir xweş e.

Aware xanim ji Kurdistana rojhilat, xanimeke hewreman bû. Berê pêşmergeya PDK-Î bûye, ev 10 sal in hatiye Swêd. Demakê li Kerkûkê û li Koyê maye. Lê ev sal in li Swêd dijî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE