11 augusti 2021

Tirk gava navê Kurdistanê dibînin wek boxeyê çav li dismala sor keve har dibin

 


Weşanxaneya Can a Tirkiyê gotina “Kurdistanê” ji romana Selman Ruşdî, Sihêrbazê Florensê derxistibû.
Radyo Dêrsim bi twîttekê Selman Ruşdî bi vê sansora Weşanxaneya Canê hesand.
Selman Ruştî ji vê sansorê pir aciz bû û weşanxane rexne kir.

Li ser vê, weşanxaneyê uzrê xwe ji Selam Ruşdî  xwestiye û soza çapeke nuh dayê.

Selman Ruştî di twîtta xwe da gotiye:
”Weşanxangerê tirk(canayayinlari)ji min uzrê xwe xwest. Ewê kopyeyên mewcûd gişan top bikin û çapeke nuh ya tekûz bikin.”

Weşanxaneya Canê berê jî sextekariyên wiha kirin, lê vê carê li bela xwe rast hat û baş rezîl bû.

Ev yek jî bi xêra hin kurdan bû. Di xwaze Radyoya Dêrsim be ya jî yekî din be, kê Selman Ruşdî ji vê sextekariya Weşanxaneya Canê agahdar kiribe mala wî/wê ava be. Dibê meriv tim wiha bike, gerek sextekariyên tirkan ji wan ra nemîne, wiha werin rezîlkirin.

Ev yek hetanî derekê kane rê li ber sextekarî û sansorên din jî bigre. Yanî çavdêriya me tesîreke baş dihêle.

Tirk çima hewqasî ji navê Kurdistanê ditirsin, ji bo çi hewqasî li dijî navê Kurdistanê ne?

Tirk navê Kurdistanê wek îspata û delîlê tunebûna xwe qebûl dikin. Wek koçan, tapû û belgeya ew diz in, ew ne yên vê coxrafîyê ne, ev welat ne yê wan e, yê miletê kurd e û dema kurd hebin ew tunene.

Tirk bi vî çavî li navê Kurdistanê dinêrin. Li gorî wan dema navê Kurdistanê hebe ew tune ne.

Heger kurd û Kurdistan hebe, tirk û Tirkiye tune dibe.

Ji bo ku tirk hebin dibê Kurdistan tunebe, were tunekirin.

Tirk bi vê bawerîyê, bi vê îedeolojiyê û bi vê dîtinê mezin dibin.

Dema tirk navê Kurdistanê dibînin, dibin wek boxeyê çav li dismala sor keve, har û çavsorî dibin. Heta Kurdistan çê nebe tirk ji vê tirsê xelas nabin, ewk şîzofrenekî ewê tim di deprasyonê da bin.

Çimkî tirk zanin ew koçer in, ew ne ji vê axê, ne ji vî erdî ne, ji derve hatine, ev erd dagir kirine. Her tiştê wan malê xelkê ye. Erdê îro bûye welatê wan welatê rûma û Kurdistan e.

Ji bo ku tirk kanibin li vê coxrafiyê bêtirs, rehet bijîn, dibê navê Kurdistanê û navên din tim sansor bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE