12 augusti 2021

Kes newêre xwe bike destîyê kêrê

Mêr û jinên berê nemane, însanên berê wêrek û rastgo bûn. Însanên berê diwêrîbûn ji karê xerab ra bibêjin xerab û ji yê baş ra jî bibêjin baş.

Lê kesên wiha rastgo êdî pir kêm bûne, însan êdî ne li gorî rastiyê, li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî, fikrî, siyasî û partîtiyê hereket dikin.

Bi guherîna zemên ra însan jî guherîne, kultur û exlaqê însanan jî guherîye, oportinîzim bûye exlaq û kultureke gelkî berfireh.

Yek karekî şaş dike, ji bo ku dost û heval in bi sedan kes jê ra li çepikan dixin, pesnê wî didin, bi derewa xwe pê şîrîn dikin.

Gelek ji wan tiştê jê ra li çepika dixin rast nabînin, şaş û ne baş dibînin, lê dîsa jî pesnê wî şexsî û karî wî didin.

Lê gava yek rastiyê dibêje, şaşiya hatiye kirin rexne dike, erê her kes qebûl dike gotina hatiye gotin, rexneya hatiye kirin rast e, ew jî pê ra ne, di hundurê xwe da rast dibînin, lê ya dilê xwe eşkere nakin, nabêjin te rast gotiye, wele ez jî bi te ra. 

Nabêjin karê filan kesî kiriye karekî şaş e, dibê meriv rexne bike. Bêdeng dimînin, xwe kerr û lal dikin. Yanî ji karê şaş, ne baş ra li çepika dixin, dibêjin her bijî, lê ji yê rast ra xwe bêdeng dikin. Çimkî kes naxwaze xwe bike destiyê kêrê, kes naxwaze dilê şaşî kiriye ji xwe bihêle. Ev jî exlaqekî gelkî ne xweş e, di civateke wiha da rexne, edebîyat, cesareta medenî bi pêş nakeve, oportunîzim bi pêş dikeve.

Êdî hevalên merivê rastgo hindik in, rastî bûye wek şûrekî tûj, kes newêre rahîjê.

 

XXX

Ziman bela serî ye, ziman dike leqleq, li ser serî dibe teqreq.

Ziman wek pera ye, meriv kane tiştê baş jî pê bike, tiştê xerab jî.

Ya din jî ziman wek avahîyekê ye, hoste ne yek e, pir in, her kes bi kevirekî lê dike, dîwêr bilind dike.

Serweta herî mezin a dê û bav ji zarokên xwe ra bihêlin ziman e. Xwezî bi dilê dê û bavên zimanê xwe fêrî zarokên xwe dikin.

 XXX

Çaxa meriv zarok e bi meriv wer tê roj û sal derbas nabin, meriv bawer nake meriv mezin bibe û li zaroktîya xwe bigere.

Lê gava meriv mezin dibe sal pir zû, bi lez û bez derbas dibin, meriv hew dibîne meriv kal bûye, devkox û piştxûz bûye, kût bûye, roniya çava kêm bûye.

Meriv ji xwe ra dibêje hela hela, yaw wext çi zû derbas bû, xwezî bi salên zaroktîyê...

 

XXX

Li Tirkiyê di sala 2020a de 13 milyon kes wek însanên talûke, jê şik tê kirin û 4 milyon kes jî weke kesên sûcdar hatine mahkimekirin.

Yanî meriv kane bibêje zarok, kal û pîr û xayin û xulamên tirkan ne tê da kurd giş girtine û jê 4 milyon jî mahkime kirine. Bi sedhezaran jî xistine zindanan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE