13 augusti 2021

Kurmancîya jê neyê fêmkirin keda bersîs e

Carnan ez ji sernivîsên Rûdawê tiştekî fahm nakim, nizanim çi dibêje.

Sernivîsa xebereka Rûdawê wiha ye:
”Li Rojavayê Kurdistanê Hêzên Rûsî-Tirkî dewriyeke hevbeş encam dan”
Bê henek, bi rastî jî ez ji vê sernivîsa Rûdawê tiştekî fahm nakim, nizanim çi dibêje.

Gelo dibêje hêzên tirk û rûs gereke bi hev ra kirin, bi hev ra derketin dewriyê, ya jî tîmeke hevbeş çê kirin?

”Dewriyeke hevbeş encam dan” tê çi maneyê?
Ez bi xwe ji vê kurmanciyê tiştekî fam nakim. Encam netîce ye, dawî ye, talî ye. 
Belkî kurmancîya min zeîf e lema ez ji vê sernivîsa Rûdawê fahm nakim.
Lê heger xwedanxêrek kanibe bi kurmancîya kurdên bakur îzah bike, ezê kêfxweş bibim.

Peyva "encam da" di kurmancîya behdînî da bûye wek jokêrekî, di gelek deran da bi kar tînin. Lê ez bi xwe baş fam nakim ev "encam da" çi ye?
Tiştê ez zanim "encam", netîc ye, meriv karekî dike jê encamekê, yanî netîceyekê digire.
Lê diyar di kurmancîya behdînî da, ya jî di kurmancîya Rûdawê da ne wiha ye, peyveke jokêr e, meriv kane di her maneyê da bi kar bîne.
Zimanê telewîzyonekê, malpereke xeberan(nûçeyan) gerek hewqasî ne lokal be, gereke were fahmkirin. Kurdên bakur ji kurmancîya malpera Rûdawê zêde fahm nakin. Him gotin û him jî sentaksa kurmancîya malpera Rûdawê nayê fahmkirin. Dibê Rûdaw hay ji vê gelşê hebe û jê ra çareserîyekê bibîne.
Kurmancîya xelk, xwendevan jê fahm neke wek keda bersîs e...

Luqman: Şevbaş ji te re mamoste wergera sernavê nûçeyê, ew e ku serbazên Tirk û Rûsî bi hevdû re geryanek liser herêmên sînor bi erbeyên zirxî kirine. Rûdaw jî ev peyvên mîna "dewriye" bi kar tîne ji xelekê rojava yanî dibêje bila ji min fêm bikin "dewriye" jî peyvek erebî ye.

Zinarê Xamo: "Encamdan" di wir da maneyeke wiha nade. Encam netîce ye. Tu têkilî di nabêna "encamê" û gerê da tuneye. Leşkerên tirk û rûs li ser sînor bi hev ra gerîyane. Dewrîye bira bi erebî be. Ma qey bikaranîna peyvên erebî yasax e? Ji vê kurmancîyê tişt nayê fêmkirin.

Serhişk: Bi rastî, kîngê ez rastî peyva "encamdan"ê dibim matmayî dimînim. Gelo di bin tesîra Erebî de wise dinivîsînin? Min di Tirkî de tiştek wise nedîtîye. Di Kurmancî de jî tiştek wise tuneye. Bi Îgilizî jî "encamdan" dibe "resulted, concluded" û hwd. Bi rastî bikaranînek tewş e!

XXX
Min sê mjjar not girtine, xwedêgiravî minê îşev(12/8) yek binivîsîya. Lê weleh ez di xwe ra nabînim. Nizanim ji bo çi, ez xwe gelkî westiyayî his dikim.

Heger di vî umrî da meriv wiha zû biwesta ne ji xêrê ra ye. Sibe dema ez kal bibim gelo ezê çi bikim?

 XXX

Helbet devbelaşî ne baş e, dibê meriv bi devê xwe kanibe, rişma zimên ji dest xwe bernede, xwe tevî her teşxelê neke.

Lê carnan jî dibê meriv bêdeng nemîne, bêdengîya li hemberî zulmê û şaşiyan ne mezîyetekî baş e, newêrekî, oportunîstî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE