13 augusti 2021

Kurd xwe wek pûlisên dinyayê dibînin

Em kurd pir ecêb in, li ku dera dinyayê teşxeleyek, tevlihevîyek, şerek hebe em xwe tevê dikin, miheqeq dibin şûrkêş û abûqatê alîyekî û aliyê din rexne dikin.

Di teşxela tirk û ereban ya li Altindaga Enqerê jî kurdan eynî tişt kirin, dîsa bûn abûqatên ereban.

Heta nuha tirkan gelek caran eynî tişt anîne serê kurdan jî, lê  ereban rojekê jî tirk rexne nekirine.

Tirk qira kurdan bînin jî ereb dengê xwe nakin, tirkan protesto nakin, nabêjin kurd guneh in, lê kurd dikin. 
Ji sedî 99ê erebên tirkan êrîş kirinê çekdarên Tirkiyê ne û kurdan neyarên xwe dibînin. 

Kurd xwe wek pûlisên dinyayê dibînin, lema jî li ku dera dinyayê teşxeleyek çê bibe ew di serê govendê ne, dibê alî yekî bikin.
Çimkî totik vala ye. Kurd dost û dijminên xwe ji hev nagerînin. Kurd pir bi rehetî dibin abûqatên neyarên xwe. Abûqatên filistîniyan ne bes bû, nuha jî bûne abûqatên erebên Sûrîyê.
Yanî kî xal e kurd heval e.

Gava ez wiha dibêjim ne ku ez êrîşkarên tirk diparêzim.
Helbet tiştê tirkan kirin barbarî ye, ne karê merivên medenî ye. Yekî yek kuştîye, heqê siwîlan tuneye êrîşî ereban bikin, malên wan talan bikin.Dibê dewletê nehîşta, zû midaxele bikira.

Lê parastina ereban bi me kurdan neketîye, her du serî jî ne dostên me ne, me dijmin dibînin, bi hev ra me dikujin.

Ya din, tirk û ereb yên hev in, li hemberî me mitefikên hev in. Li Sûriyê, li Îraqê bi hev ra şerê me dikin. Welatê me bi hev ra dagir kirine.

Tiştê li Şengalê, li Efrînê, li Serê kanîyê bi tirkan ra kirin hîn do bû. Şerê tirk û ereban şerê dê û dotê ye, îro şerê hev dikin, sibe ewê li hev werin û bi hev ra êrîşî me bikin.

Çima emê têkevin nabêna wan û tirkan?
Çima emê ereban biparêzin?
Ez werim ser destpêka meselê.
Erebekî li qeza Altindaga Enqerê tirkek kuşt. Li ser vê, tirk wek her tim dikin, êrîşî ereban kirin, mal, dikan û erebeyên wan şewitandin.

Bêguman miletekî bi kultur, medenî tiştekî wiha nake; ji ber ku du kesan şer kirine, yekî yek kuştiye meriv êrîşî însanên ham û tam, êrîşî tevayîya miletê wî ferdî nake.

Lê tirk dikin, heta nuha bi sedan caran eynî bi vî rengî êrîşî kurdan jî kirine, kurd kuştine.

Helbet dewlet çavê xwe ji êrîşkaran ra digre, çimkî dewlet tim li pişta aliyê tirk e, tim dixwaze aliyê tirk zorê li aliyê din bike, ji bo vê, tirkan tahrîk û teşwîq dikin, êrîşên wan îdare dikin.

Yanî dewleta tirk jî dişibe miletê tirk, ew jî wek tirkan dewleteke primîtîv, irqçî û faşîst e. Vê rastiyê her kurd baş zane.

Di nava van deh salên dawî da ereban, tirkan, kurdan, ozbekan, reşikan, misilmanan li Ewrûpayê belkî bi sedan bombe teqandin, bi sedan însan kuştin, bi hezaran birîndar kirin.
Li tu welatekî ewrûpîyan ji ber van êrîşan sîleyek jî li erebekî, li tirkekî, li kurdekî, li ozbegekî, li misilmanekî nexistin, mal û dikanên wan neşewitandin.

Yanî ev tiştên tirkan li Enqerê kirin û berê jî bi sedan car kirine, ewrûpîyan nekirin û nakin.
Çimkî ewrûpî miletên medenî ne, dewletên wan ne irqçî-faşîst in. Qanûn hene, li gorî qanûnan sûcdar kî be wan digrin, wan ceza dikin.

Lê tirk medenî nebûne, lema êrîşkar in, talankir in, irqçî-faşîst in. Mafê jiiyanê nadin miletên din, çavê wan kê bibire dipelixînin.

Em bi vî qerekterê tirkan zanin, di tarîxa xwe ya nêzîk da gelek qetlîamên mezin kirine, êrmenî, rûm, kurd qetil kirine. Bûyera Altindagê li hemberî van qetlîaman pir biçûk e. Ne karê me kurda ye em xwe tevî teşxela kurd û ereban bikin. Maşalê qira hev bînin. Dibê em tu alîyî jî neparêzin, xwe tevî teşxeleya wan nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE