14 augusti 2021

Jahrîya cixarê

Mêrik cixarekêşekî pir xerab bû, çixare ji cixarê vêdixist. Xanima wî rojekê hew xwe ragirt, hinekî bi hêrs jê ra got:

-Te xêr e, xêr e, tu cixarê ji cixarê vêdixî ! Tutûn jahrîyeke însên hêdî hêdî jahr dadayî dike !

Mêrik got:

-Ma ez çi bikim? Ji bo ku te memnûn bikim wele ez nikanim jahrê bi carekê da vexum…

 

Şerê mûrîyan

Yê dîn li nexweşxanê her şev berî raketinê dermanê mûriyan(gêrikan)di binê nigê xwe dida. Şevekê sertebîb jê ra got:

-Çima tu her şev wiha dikî?

Yê dîn kenîya, got:

-Xur di binê nigê min da heye. Binê nigê min tije mûrî ne. Bi vî dermanî ez her şev qira wan tînim.

 

Meraq meke

Xanimê şîret li xulamê malê yê nuh dikir, got:

-Mêze lawê min, tim berê li derî xe, dûra têkeve hundur. Belkî ez tazî bim.

-Meraq meke. Berî ez têkevim hundur ez di qulika kilîtê ra dinêrim…

 

Ne xewar e

Şiyar dema li resepsîyona otêlê qeyda xwe dikir, xortê resepaîyonîs jê pirsî:

-Sibê saet di çenda da em te şiyar bikin?

Şiyar got:

-Ne hewceye hûn min şiyar bikin, ez yekî ne xewar im, her sibe saet di pênca da ez şiyar dibim.

Xortê resepsîyonîst mizicî, got:

-Çi baş, wê demê gava tu şiyar bû xêra xwe me jî şiyar bike.

 

Natirse

-Keçik û xort tenê di kopartmana trênê da bûn. Piştî demek rêwîtî dest bi sohbetê kirin. Bîstik derbas bû xort got:

-Tu zanî, bîsteke din emê têkevin tunêleke gelkî dirêj.

Keçikê got:

-Bira têkevê, ma ewê çi bibe?

Xort got:

Na tişt nabe, lê min got belkî tu ji min bitirse, lema min got.

-Heger tu cixara xwe ji devê xwe derxe ji bo çi ezê bitirsim ?

 

Daxwaz

Keçikê roja din ewê 18 salîya xwe pîroz bikira. Bi rûkenî ji pîrika xwe pirsî, got:

-Pîrê, heger sibe tu têketa 19 salîya xwe, te yê hedîyeyên çawa bixwesta?

Mîrê keserek kûr kişand û got:

-Minê tiştekî din nexwesta delala min, minê tiştekî din nexwesta...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE