14 augusti 2021

Îro rojeke bi macera bû


Îro çer ez ji mal derketim, rêwîtîya min bi macera dest pêkir.

Çend roj berê min li vir qal kir, min 7 karton kitêb dîyarî Kitêbxaneya Kurdî kirin.

Dema min dûzan da kitêbxana xwe û kitêbên xwe bi cî kirin, min bala xwe dayê hin kitêbên dibê min ew jî bidana mane.

Min îro ereboka bazarê tije kitêb kirin û saet di 10.00a da berê xwe da Kitêbxana Kurdî.

Berî ez bi rê kevim, min telefonî kekê Newzad Hirorî kir, min got vaye ez têm.

Ezê li taxa Lîljeholmenê daketama, minê li wir tirên(metro)biguheranda.
Di metroyê da li ciyê kal û pîran, li ber pacê min ji xwe ra cîyek dît û rûniştim.

Tirên bi rê ket, min jî di pacê ra li derve temaşe dikir. Ez ketim xem û xeyalên kûr, ez nizanim ez çûm ku, li kîjan der û beran gerîyam.


Min hew dît anonsa metroyê got, rawestgeha pêş Slussen e.
Bi anonsê û navê Slussenê ra ez bi xwe hesîyam. Ez çar rawestgehan ji Lîljeholmenê derbas bûbûm. Barê min giran bû, ji ber ez vê bêhişya xwe ez pir hêrs bûm. Bi wê hêrsê min ji metroyê baz da derve û bi paş da vegerîyam.

Bi derengî be jî axirê min xwe gîhand Kitêbxaneya Kurdî û kitêbên xwe bi saxî û selametî teslîm kirin.

Keç û xortekî soran li Kitêbxaneyê bûn. Sûrîn xanimê ji medyaya sosyal ez nas dikirim, got ew bloga min taqîb dike, ji nivîs û zimanê min gelkî hez dike. Got wê ji nivîsên min gelek fêde girtiye û pê kurmancîya xwe gelkî bi pêş da biriye. Kurmancîya wê gelkî baş bû.

Xort ez nas nedikirim, Sûrîn xanimê jê ra gelkî pesnê min û bloga min da.
Min bloga xwe nîşanî xort da. Em rûniştin, me sohbeteke germ kir.

Sûrîn xanima delal çend rismên min jî girtin, got ewê di Instagrama xwe da belav bike. Ez kêfxweş bûm.

Xanimê soz da min, gerek kopîyek ji min ra jî bişanda, lê hîn neşandiye. Dema şand ezê belav bikim.

Xanimê îşligê min jî pir eciband, got rengê hişin pir li te hatiye. Min got wele xanima min û xanima dikandar ecibandin, got ez jî ya sisiya me.

Wek hûn dibînin, îro gelek macera û tiştên xweş hatine serê min. Meriv ji qulika malê dernekve, meriv ne tiştekî dibîne, ne jî  tu macere tê serê meriv.

Not:
Sûrîn xanimê du risim ji min ra şandine. Min xist nivîsê. Rismekî pir xweşik girtiye. Mala wê ava be..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE