15 augusti 2021

Talîbanan tarîx tekerur kirin


Talîbanan bi rehetî, bêyî şer paytext Qabûl jî girtin, ketin hundur qesra serok Aşraf Xanî.

Aşraf Xanî, mamûr, leşker û biyanî direvin. Kaoseke mezin heye. Yanî Talîban li Efxanîstanê ev cara dudya ye tên ser hukim. Diyayê nikanîbû rê li ber tekerura tarîxê bigirta.
Amerîka, Ewrûpa, dinya şeqizî ye, bawer nedikirin Talîban ewê Efxanîstanê hewqasî zû û rehet teslîm bigrin.

Îranê qet midaxeleyî meşa Talîbanan nekir, qet bela xwe di wan neda, li dijî wan tiştek negot, acizî û tirsa xwe nîşan neda.

Ev tê wê maneyê biserketina Talîbana bi dilê Îranê ye jî, Îran jî dixwaze Talîban li Efxanîstanê werin ser hukim.

Îranî şîî, Talîban sûnnî ne. Gerek Îran hewqasî bêdeng nema. Lê hemberî Talîbanan qet dengê xwe dernexist, xwe kerr kir. Wê demê ketina Qabûlê bi dilê Îranê ye. Belkî di bin ra destek jî dabe Talîbanan. Ji meleyên keftar tê.

Çimkî Îran dixwaze Amerîkayê û Xerbê ji Efxanîstanê derxe. Ew qad jê ra bimîne.

Îro ji bo Îranê ya muhîm ew e, Amerîka ji herêmê derkeve, meydan ji meleyan ra bimîne. Çawa be jî Talîban ji Îranê ra jî pişt e, bi kêmanî li hemberî Amerîka, Îsraîl û Xerbêdi cepheyekê da ne.
Vekişîna Amerîka ji Efxanîstanê dibê ji bo me kurdan jî bibe ders û zengilê şiyarbûnê.

Amerîka kane eynî tiştî li Îraqê û li Sûriyê jî bike.

Heger kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê li hev nekin, di vê bêtifaqayê da israr bikin Amerîka ewê dev ji piştgiriya kurdan jî berde. Ji bo ku kurd li herêmê bibin qeweteke mezin û cidî û xwedî dewlet dibê yekîtî û artêşeke wan a netewî hebe. Heger li başûr û rojava ev çê nebe Amerîka ewê xwe zêde bi kurdan ra newestîne, wek li Efxanîstanê kir, rojekê ewê bibêje êdî bes e, bi xatirê we.

Ne Xerb, ne jî Amerîka li herêma me ne ebedî ne, rojekê ewê herin.

Jixwe Amerîka û ewrûpî li tu dereke dunyayê heta û heta nemane, piştî demekê miheqeq vekişiyane.

Ev yek li Afrîkayê jî wiha bûya, li Asyayê jî wiha bûye. Ji Hindistanê, Wîetnamê bigre heta bi Afrîkayê û welatên erebî ji her derê vekişiyan. Li Îraq û Sûriyê jî ewê eynî tiştî bikin. Dibê meriv vê tecrûbeya tarîxî ji bîr neke û ji nuha da li gorî wê tedbîrên xwe bigire.

 

XXX

Artêşek, miltek dema welatê xwe neparêze welatên din, Amerîka nikanin heta û heta wî welatî biparêzin.

Talîbanan bêyî şer, destên xwe li ba kirin û Efxanîstan girtin, nuha jî ketine nav Qabûlê. Ewê Qabûlê jî û tevayîya Efxanîstanê jî bigrin, çimkî artêş şerê wan nake, Efxaanîstanê naparêze.

Pakîstan li pişt Talîbanan e, ew wan çekdar dike. Dibê meriv viya jî ji bîr neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE