18 augusti 2021

Tirkan kuştina kurdan ji xwe ra kirine rûtîneke rojane

Di teşxele û qerembola Efxanîstanê da ev tirkên devbixwîn her roj li çend deran bombeyan bi ser kurdan da dibarînin, gundan, malan, nexweşxaneyan bombebaran dikin.

Îro li Şengalê li nexweşxaneya Sikeniyê xistine. Mirî û birîndar hîn bi temamî ji bin kavilên nexweşxanê dernexistine. Lema jî nayê zanîn çend kes mirî û birîndar in.

Bombebarana nexweşxaneyêkê sûcekê mezin e, di şer da jî nabe meriv nexweşxaneyan bombebaran bike.

Lê ji bo kurd in tirk dikin û Dinya jî li hemberî vî sûcê tirkan bêdeng e. Ev jî irqçîtî û sûcekî Neteweyên Yekbûyî ye.

Do jî li Şengalê wasîteyekê xistin û du kes kuştin.

5 gundên Kurdistana rojava jî topbaran kirine. Li vir jî zirar û zîyanên topbaranê hîn ne diyar e.

Yanî ji xwe ra kirine karekî rûtîn, her roj miheqeq çend derên Kurdistanê bomberan dikin û çend kesan dikujin. Tiştê tirk tînin serê me wahşet e, lê dinya lê temaşe dike. Çimkî em kurd in, miletekî bêxwedî û bêpişt in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE