17 augusti 2021

Vê mehê baranê dinya xera kir

Dîsa baranek pir zirp dibare, ximîna wê dengekî ecêb e, fena ku ewê terasa naylon hulşîne.
Di vê mehê da baranak pir barî, tu salê wiha nebûye. Barana mehekê, du mehan, di rojekê da barî. Lê ji ber ku ciyê me bilind e, girekî biçûk e, lehî ranabe.

Ezê nuha derkevim hewşê û bîstekê li dengê baranê sêr û temaşe bikim.

Berê perde bû, dema bidû baran me di bin da debar nedikir, em şil dibûn.
§Lê nuha sitara me(terasa me)saxlem e, em bi kêfa xwe di binî da rûdinin û li ximîna baranê temaşe dikin.

Min karê xwe yê her sibe dikim(dûrik û pêkenîn) qedand, nuha dor hatîye guhdarîkirina li ximîna baranê.

Dûra jî ezê Dewleta Cihûyan bixwînim. Min do dest pê kir. Gelek tiştên em kurd ji Theodor Herzl û ji serpêhatîya cihûyan fêr bibin heye.

Lê heger meju û aqil hebe. Çimkî carna meriv bixwîne jî tiştekî fêr nabe, jê tu ders û ibretê nagire.

 

XXX

Tirk gefê li me dixun !

Ji ber ku Amerîka ji Efxanîstanê paş da vekişiya hin tirk him dilê xwe xweş dikin û him jî wek segên har qîlên xwe nîşanî me didin, dibêjin ewê eynî tişt were serê we jî, gava Amerîka ji rojava û ji başûrê Kurdistanê vekişe hûnê bi ku da birevin?

Amerîka hebe jî, tunebe jî emê welatê xwe ji hovên wek we biparêzin. Heta nuha Amerîka û tevayîya Xerbê li pişta we bûn, me dîsa jî welatê xwe parast.

Lê li alî din ev gefa li me tê xwarin nîşan dide tirk wek gurên har li bende fersendekê ne, roja fersendê bibînin ewê me li hewa dabarînin.

XXX

Coronayê Şevgerê lawê Wedat Aydinê gorbihuşt jî di umrekî ciwan da ji nav me bir

Roj tuneye em xebereke ne xweş a reş nebihîzin.

Îro jî min xebera wefata lawê egîdê kurd Wedat Aydin, Şevger bihîst.

Şevger di 34 salîya xwe da bi vê Coronaya pîs wefat kiriye. Pir xemgîn im. Mirina di temenekî hewqas ciwan da gelkî zor e. Xwedê sebrê bide dayik û malbata wî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE