17 augusti 2021

Lêborîna ji Nemrûd

Kalekî hilhilî ji bo ku ji Nemrûd uzir û lêborînê bixwaze bi zor, bi keftelefteke mezin derket ser Çiyayê Nemrûd. Li ber heykelekî Nemrûd sekinî, got:

-Nemrûd, ez ji te lêborînê dixwazim. Navê te pir bi zalimî derketîye, lê yên ji te gelkî zalimtir û xerabtir hene. Xanimê jî bihata uzrê xwe ji te bixwesta, lê çonga wê diêşîya, nikanîbû hilkişe. Temî li min kir, ew jî uzrê xwe ji te dixwaze.

 Wesyet

Tuxtor miayena nexweşê xwe qedand û bi awirekî hinekî xemgîn jê ra got:

-Ez mecbûr im rastiyê bibêjim. Nexweşîya we bêdereman e. Daxwaza we ya dawî çi ye wiya bibêjin. Mesela hûn dixwazin yekî bibînin?

Yê nexweş got:

-Helbet ez dixwazim, him jî zû, aniha !

-Em ban kê bikin ?

-Ban tuxtorekî din bikin..

 

Telewîzyon û sîneme

Du kalên swêdî, li ser telewîzyon ewê dawî li sînemayê bînin, neynin ketibûn gewrîya hev, yekî digot:

-Tu yê bibînî, heta çend salên din telewîzon ewê dawîyê li sînemayê bîne, sînema gişên werin girtin, kesê neçe sînemayê.

Yê din jî digot:

-Na, ewê wer nebe, sînema ewê bimîne. Însan li mala xwe jî dua dikin, lê dêr nehatine girtin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE