16 augusti 2021

Talîban bi şelefîyên tirkan nexapîyan

Xwê ketîye serok û birêvebirên Tirkkyê. Wezîrê karên derve yê Tikriyê Çavuşoglu îro telefon ji desta neketîye, serê satê telefonî welatekî kiriye.

Reîsê mezin, kûpê êqil digot bi hokus-pokusekê ewê bi Talîbanan ra li hev bike, ewê li Efxanîstanê bimîne û ji Amerîka û Neteweyên Yekbûyî pêşek pere bigire.

Lê hesabê mal û bajêr li hev derneket, Talîban bi virên tirkan nexapîyan û pilana reîs xera kirin.

Dostumê zilamê tirkan jî revîya Ozbekîstanê, ew qart jî ji destê tirkan hat girtin.
Reîs dek û dolabeke nuh digerîne. Dixweze Dostum dîsa vegerîne û li Efxanîstanê bike şirîkê hukûmetê. Di vir da dibê meriv tîcareta eroînê jî ji bîr neke, reîs naxwaze ew jî ji destê zilamên wî derkeve. Îhtîmal e peştû nehêlin ozbek wek berê vî karî bikin. Lema Erdogan dixwaze Dostum şirîkê hukûmetê be.
Lê ev îhtîmal zeîf xuya dike. Peştû gelkî dijminê Dostum xuya dikin. Heger ne wisa bûya, heger ji jiyana xwe ewle bûya qesir û qonaxên xwe nedihîştin û bi merivên xwe ra nedirevîya Ozbekîstanê. 

 XXX

 

Zalim û bêbavên van tirkan îro li Şengalê bazara kevn bombebaran kirine, du kes kuştine, çend kes jî birîndar kirine. Ev faşîstên segbav her roj li derekê xwîna me diherikînin.

Dinya pêkanîn û çavbirîne, mêrikan zanin em nikanin heyfa xwe bigrin, lema jî dev ji kuştina me bernadin.
Em di belake mezin gerîyane, emê çawa jê xela bibin ez nizanim…

XXX

Li Efxanîstanê jî îşê Serokê Mezin rast neçû, çep gerîya. Efendî wer bawer dikir bi nobeddarîya balafirxana Qabûlê ewê çend qurişan ji Amerîkayê biçirpîne. Lê ev xeyala wî jî pûç bû, bi avê da çû, Talîbanan qebûl nekir. Ewê leşkerên xwe ji wir çawa xelas bikin hîn ne dîyar e.

Dostumê merivê tirkan jî revîya, ozbek têk çûn. Yanî halê Reîsê tirkan li Efxanîstanê pir perîşan xuya dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE