18 augusti 2021

Di tarîxa me da dersên wek ya Efxanîstanê pir in !

Ev çend roj in di nava hin kurdan da bûye mode, gelek kes şîreta li kurdan dikin, dibêjin gerek Efxanîstan ji kurdan ra jî bibe ders. Amerîka sibe ewê ji Kurdistana başûr û rojava jî vekişe, ewê dev ji piştgiriya kurdan jî bede, kurdan jî wek efxanan di nava guran da bi tenê bihêle.

Heyra, heger aqilê me kurdan hebe ne hewceyî dersa Efxanîstanê ye, heta nuha deh trajedî û felaketên wek ya Efxanîstanê hatîye serê me.

Ma di Şerê Cîhanê yê Yekê da Fransayê li rojavayê Kurdistanê (li Sûrîyê) eynî tişt naynî serê me? Fransisan jî kurd firotin tirkan, ereb kirin xwedî dewlet, lê nehîştin kurd bibin xwedî dewlet.

Ma îngilizan jî li başûrê Kurdistanê (li Îraqê) eynî tişt naynîn ser Şêx Mahmûdê gorrbihuşt û kurd nefirotin tirkan û ereban? Ereb kirin xwedî dewlet, lê bi destê tirkan kurd bindest hîştin.

Ma îngilîzan û rûsan di 1946a da eynî tişt naynîn serê Qazî Mihemed û kurdan û dewleta kurd hilneweşandin?

Ma Amerîkayê di sala 1975a da îxaneta bi Mele Mistefa Barzanî ra kir ne derseke wek ya Efxanîstanê ye?

Yanî heger aqilê me yê em ji tarîxa xwe ders û tecrûbeyê bigirin hebe, ne hewceyî dersa Efxanîstanê ye, di tarîxa me da bûyer û serpêhatîyên wek ya Efxanîstanê pir in.

Em zanin Amerîka, Xerb li herêmê ebedî namînin û heta heta jî ewê piştgiriya me nekin. Heger aqil bi siyasetmedar û serokên me  ra hebe gerek vê rastiyê bizanibin û tivdîra xwe li gorî wê bigerînin.

Sibe şert biguhere, li Amerîka yekî din were ser hukim, ya jî Amerîka sîyaseteke din bide ber xwe, helbet ewê ji Sûriyê û ji Îraqê derkeve û heger em wiha heftserî bin, bi îhtîmaleke mezin ewê alîkarîya me jî neke.

Lê heger em yekîtîya xwe çê kin, li her derê bi tifaq bin, dijminatîya Xerbê nekin û tim doza serxwebûnê, dewletê bikin, kapasîteyeke li gorî vê nîşanî dinyayê bidin, xelkê piştgirîya me bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE