18 augusti 2021

Çend peyv li ser zimanê wergerê

Hin weşanxaneyan hin berhemên pir muhîm ji îngilîzî wergerandine kurmancî. Mala wan ava be, karekî pir baş kirine. Gerek kitêbên wiha bi kurmancî hebin û kurd miheqeq wan bixwînin.

Lê dibê ji wergerê (ji tercumeyê) were fêmkirin, dibê xwendevan di ferhengan da tim li gotinan negere.

Zimanê kitêbê çiqasî sivik û li gorî sentaksa kurmancî be hewqasî baş e û xwendekarên wê jî zêde dike.

Ezê navê kitêb nebêjim, lê wergera ez nuha dixwînim ne tu werger e, sentaks ji bin de ne kurmancî ye, tije peyvên jê nayên fêmkirin.

Ez bi xwe ji gelek cumle û paragrafên wê fahm(fêm) nakim. Him sentaksa zimên bi piranî ne kurmancî ye û him jî peyvên nayên fêmkirin pir in. Dibê meriv tim li ferhengê binêre.
Tu dibêjî qey bi translata googlê hatiye wergerandin.

Heyfa mesref û keda weşanxanêyê ye, dibê kesên kurmancîya wan baş kontrol bikin.

Dema ez fahm nekim, di fahmkirina wê da zahmetîyê bikşînim, xwendekarek, kurdekî normal qet nikane fahm bike. Tercumeyeke wiha ne serketî ye.

Berê kurdên kanîbûna ji îngilîzî, almanî, fransî, îspanî tercume bikirana tunebûn, hebana jî çend kes bûn.

Lê nuha çend zimanên biyanî zanin di nav kurdan d apir bûne, ev tiştekî baş e. Lê kurmacîya gelekan bi qasî zimanê jê werdigerînin ne baş e.

Ev jî gelşeke mezin e. Dibê haya weşanxaneyan ji vê gelşê hebe.

Meriv kitêbek wergerand dibê xelk ji zimanê wê fêm bike. Dema neyê fêmkirin hebûna wê bi kurmancî tu feydeyekê nade me.

Dibê weşanxane li viya bifikire û bi her kesî nede wergerandin. Ya jî bi yekî/yeka kurmancîya wî/wê baş bide rastkirin.

Hin kes zêde li dû kurmancîyeke ”xurrî ”ne, neyarên peyvên erebî ne. Lema jî zorê didin zimên, ji zimanê wan baş nayê fêmkirin.

Ev yek him ne rast e û him jî ji fêdê bêtir zirarê dide me. Çimkî xelk ji peyvên çêkirî, lokalî fahm nake.
Dibê meriv dev ji gotinên ”xurrî kurdî” û jê nayên fahmkirin berde, zimanekî sivk ê xelk pê dipeyive bi kar bîne.

Li sentaksa kurmancî pir miqate be. Bira sentaks bi kurmacî be gotinên biyanî pir ne muhîm e.

Cumleyên lurmancî wek tirkî û îngilîzî dest pê nakin û naqedin. Ne ku di kitêbê da çawa hatiye gotin, ew peyv, ew cumle bi kurmancî çawa tê gotin, gerek meriv wer tercume bike. Yanî gerek qalib, hevoksazî kurmancî be, ji bo ku her kes bi rehetî fahm bike.

Hêvî dikim weşanxaneyên me bi qasî girîngiyê (muhîmiyê) didin wergera hin kitêban, dibê wê girîngiyê bidin zimanê weregerê jî, li wiya jî baş miqate bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE