19 augusti 2021

Kurdistana serbixwe dibê êdî şîar û hedefa her serokê kurd be

Nuha tam wexta wê ye, dibê partiyên kurdî yên her çar perçên Kurdistanê giş bi hev ra bi daxwaznameyekê ji Neteweyên Yekbûyî û ji dinayê ra bibêjin em Kurdistaneke serbixwe dixwazin, em dixwazin li welatê xwe azad bijîn, xwe îdare bikin.

Tirkan, farisan, ereban em xwarin, li tu beşekî welatê xwe em nikanin bîna xwe bigrin. Em wek milet di bin zulm û irqçîtîyeke pir mezin da ne. 

Çar dewletan li welatê me em êsîr girtine û her roj zulmê li me dikin, me dikujin.

Bêyî deweleteke serbixwe tu çare û mukûna me nemaye, dibê dinya alî me bike, me ji bin vê zulm û terora van çar dewletan xelas bike. Li welatê me azadî mafê me ye.

Her serokê kurd, her siyasetmedarê kurd dibê êdî bêyî Kurdistaneke serbixwe tu tiştekî din qebûl neke, hedefa her kurdî dibê êdî daxwaza Kurdistana serbixwe be.

Siyasetmedar û serokê ji bo vê hedefê nexebite gerek nikanibe bibe sîyasetmedar û serokê kurdan.

Meriv dewletê nexwaze kes nade meriv, ji bo em bibin xwedî dewleteke serbixwe dibê em wek milet bixwazin, di viya da israr bikin.

 

XXX

Bi bawerîya min heger ne Theodor Herzl bûya nuha Îsraîl tunebû.

Heger Dr. Şivan nehata kuştin bi îhtîmaleke mezin nuha em ji bindestiyê xelas bûbûn, Kurdistan çê bûbû.

Yanî di azadîya miletan da rola şexsan hewqasî muhîm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE