19 augusti 2021

Siyasetmedarê wiha Xwedê nede tu miletî !

 

Mahmûd Alinak

Mahmûd Alinak abûqat e, siyasetmedarekî 70 salî ye, nivîskar e. Çend caran bûye parlamenter. Bi salan di zindanên Tirkyê da maye, gelek ezîyet û cefa kişandiye. Lê hîn jî biaqil nebûye, hîn jî dost û dijminê xwe baş ji hev nagerîne.

Alinak li ser koçberên efxan ji Rûdawê ra  gotiye:
”Divê em birayên xwe yên Efxan biparêzin û bi seferberiyeke ku cîhan mat bimîne wan li malên xwe bikin mêvan. Dil û derîyê mala min ji penaberên Efxan re vekiriye. Ezê şeş penaberan li mala xwe bihewînim.”

Biratiya tirkan ne bes bû, Alinak efxan jî kirin ”birayên” me. Heta serokê me Om be xwelî ewê tim li ser serê me kom be!

Qey gava aqil par bû hin kurdên me megihîştin ser, lema tu aqil maqil para wan neket.
Dema sîyasetmedarekî heftê salî, xwedî hewqas tercûbe û serpêhatiyên tahl û giran wiha bibêje, yên nezan û cahil çi bibêjin normal e.

Tu dibêjî belkî mêrik bavê efxanan e, lema jî dilê wî û derîyê wî ji birayên wî yên efxanan ra vekiriye, ewê 6 efxanan li mala xwe bike mîvan û dibê her kurd jî viya bike.

Xwedê aqilekî bide te, meriv li ser hişê xwe be, ne dîn be wiha nabêje.
Birayê delal, ji bo çi, bi çi aqilî tu yê derîyê xwe ji xelkê ne nas, xerîb ra vekî?
Çi yê te û efxanan dihere ber hev?
Ma tu zanî ew ne Talîban in?
Ma tu zanî ew ne neyarên kurdan in?
Tu zanî tirk wan ji bo guhertina demografîya Kurdistanê û şerê kurdan bikin naynin?
Tu wan nas nakî, tu nizanî kî ne, çi ne…

Efxan dostên tirkan in, jixwe tirk wan tînin. Bêyî destûra tirkan efxanek jî nikane ji sînor derbas bibe.
Di anîna efxanan da hedefeke tirkan heye, piraniya wan ozbek in, dixwazin li hemberî kurdan wan bikin leşkerên xwe û li Kurdistanê bi cî bikin.

Heger tu merivekî hewqasî humanîst î bi sedhezaran kurd li Kurdistanê di kampan da di halekî perîşan da ne, alîkarîya wan bike.

Li bajarê te bi hezaran kurd bêkar, feqîr û birçî ne, wan bibe mala xwe, çima tu yê efxanên tu wan nas nakî, nizanî çi ne, çi kes in bibî mala xwe û li ser xwe xwedî bike?
Ma tu bavê efxanan î?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE