19 augusti 2021

Hesen Nesrullah jî neyartîya xwe nîşan da

Serokê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah gotiye ”divê navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê têkeve bin desthilata hikûmeta Sûriyê.”

Yanî dibê rojavayê Kurdistanê, welatê kurdan ji kurdan were girtin, têkeve bin kontrola Şamê.

Hesen Nesrullah û Esed guleyan ji hev ra dihelînin, lê Hesen Nesrullah li hemberî kurdan dîsa jî wek şûrekî li pişta Esed e, dixwaze hikûmeta Sûriyê rojavayê Kurdistanê ji kurdan bistîne, bi qasî Esed û tirkan ew jî neyartîya kurdan dike. Çimkî mêrik ereb e û naxwaze kurd welatê xwe ji Sûriyê bistînin.

Li dijî tirkan wiha nabêje, nabêje gerek Efrîn û Serê Kaniyê ji Tirkiyê were girtin, lê xurtê kurda ye, dibêje gerek welatê kurdan ji kurdan were girtin. 

Mêrik wiha dibêjê çimkî nasyonalîst e, ew û Esed çiqasî li dijî hev bin jî, li hemberî kurdan dîsa jî piştgiriyê dide Esed.

Hizbulahên me bi qurmabana Hesen Nesrullah bin, ew wek Nesrullah nafikirin, ew partîyên ne wek xwe neyar dibînin, ji dijminê dagirker bêtir neyartîya wan dikin. Huda-Par ji hêzên dagirker û partiyên dijmin bêtir dijminatiya kurdên ne di fikrên xwe da dikin.  Ji bo wê jî Nesrullah bûye xwedî dewlet, em jî bindest in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE