20 augusti 2021

Herdu jî kûçikên ser kormekê ne

Wezîrên parastinê yê Tirkiye Hulûsî Akar û wezîrê parastinê yê Iraqê Cumaa Înad li Stenbolê civiyane û li ser ewlekarîya Tirkiyê û Îraqê peyivîne.
Hulusî Akar û Cumaa Înad li ser wê yekê hemfikir bûne ku PKK dijminê her du welata ye.

Ne PKK tenê, kurd, partîyên kurdî giş dijminên wan in. Em zanin her du serî jî bi vî çavî li kurdan dinêrin. Di vî warî da tu şika me tuneye.

Tirkiyê belkî ji çara yekê axa Kurdistanê û Îraqê dagir kiriye û her roj hinekî din bi pêş da dihere, hinek erdê din dagir dike, qereqolan li ser ava dike.

Hukûmeta Îraqê pir bêxîret e, pir rezîl e. Fena ku qet tiştek nebûbe, fena ku Tirkiyê ji çara yekê erdê Îraqê dagir nekiribe, bi hezaran leşkerên Tirkiyê ne di nav erdê Îraqê da be, Cumaa Înad bi Akar ra rûniştiye û qala talûkebûna PKKê kiriye.

Dagirkerîya Tirkiyê ne xema wî ye, wek dostekî bi Akar ra rûniştiye û tedbîrên li dijî kurdan minaqaşe kirine.

Piştî ku Îraq ev Îraq be, tirk ewê hîn gelek erdên din dagir bikin.

Çimkî yên li hemberî tirkan ne tu meriv in, tirkan welatê wan dagir kirine, fena ku tiştekî wisa tunebe bi tirkan ra rûdinin û meseleyên din minaqaşe dikin. Tirkan ne Kurdistan tenê, erdê Îraqê jî dagir kirine. Lê ne xema Cumaa Înad e.

Herdu jî kûçikên ser kormekê ne, tu ferqa wan tuneye, her du jî dixwazin me di tasek av da bixeniqînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE