28 augusti 2021

Teqdîrkirina peyva rast gerek ne li gorî şexsan be

Gava yekî, ya jî yekê li ser kêmasî û şaşîyeke me peyvek rast got, rexneyeke di cî da kir, helbet dibê meriv teqdîr bike, bibêje tiştê te gotiye rast e, mala te ava be.

Lê belê ecibandin û teqdîrkirina peyva rast, rexneya di cî da gerek ne li gorî şexsan û zimên be.

Peyva di cî da, rexneya rast, bi heq kê kiribe û bi kîjan zimanî hatibe kirin jî dibê meriv ji tiştê rast ra bibêje rast e. Yanî dibê pîvana ne ne şexs be, ne ku kê gotiye.

Kêfa meriv ji xwediyê peyva rast ra neyê jî, peyva rast bi kurmancî hatibe gotin jî dibê meriv teqdîr bike, bibêje mala te ava be.

Gelek kes wiha nakin, RTan û ecibandinan li gorî şexsê meşûr û zimanê tirkî dikin.

Heger xwedîyê peyva rast, rexneya di cî da yekî meşûr e û rexneya wî bi tirkî ye, jimara kesên nivîsê diecibînin û rt dikin pir dibin. Gelek kes pesnê camêrê xwediyê rexneya bi heq, di cî da kiriye didin, rt dikin, halanan tê hil didin.

Lê heger yekî din eynî rexne berê sed carî bi kurmancî kiribe, ji ber ku ew ne yekî meşûr e û ne merivê cepheyekê ye, ya jî ji ber ku kêfa wan jê ra nayê, kes peyva wî ya rast û rexneya wî ya di cî da naecibîne, rt nake.

Ji ber ku ew ne yekî meşûr e, tîtleke wî tuneye, tiştê dinivîse, diştê dibêje çiqasî rast û bi heq be jî bala kesî nakşîne, kes pesnê gotinên wî nade.

Çimkî kes naxwîne, heger bixwînin jî li xwe danaynin nivîsî biecibînin, rt bikin.

Ev dinya wiha ye, her kes dixwaze bibe hevalê, dostê merivê meşûr, pesnê kesê bi nav û deng, kesê xwedî nîşan bide, tiştên gotiye tesdîq bike. Ecibandin û rt kirina nivîseke, gotineke yekî xwedî tîtel xweş e, piranîya însanan viya dikin.

Lê kesên ne bi nav û deng, bêeşîr çi bibêjin, çi binivîsin jî bala kesî nakşîne, wek gotinên mmerivê meşûr olanê nadin û nayên ecibandin û rt kirin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE