28 augusti 2021

Jiyan bê ketin û rabûn nabe

Jiyan dişibe ajotina bisiklêtê. Ajotina wê xweş e, antraman e, meriv ji peyatî zûtir digihîne hedefa meriv.
Lê ketin jî heye, carnan meriv dikeve, xwe diêşîne û birîndar jî dibe. 
Yanî çawa ku gul bê histirî nabe bisiklêt jî bê ketin nabe.Meriv çiqasî hoste be jî carnan dikeve.

Lê meriv tim radibe, li erdê namîne.

Jiyan jî wiha ye, carnan îş, bela tê serê meriv, wek meriv ji bisiklêtê bikeve. Ya muhîm meriv rabe, li erdê nemîne, birînên xwe derman bike.
Jiyan bê qeza û bê bela nabe, ketin û rabûna wê jî heye.

 XXX

Çaxa yek yekî kêr bike, birîndar bike, bikuje, li kîjan welatî be jî sûc e, ewê wî kesî bigrin, mahkime û ceza bikin.

Tirk her roj gund û bajarên me bombebaran û topbaran dikin, siwîlan, zarokan birîndar dikin, dikujin. Lê ne tên mahkimekirin û ne jî tên cezakirin.

Sûcên tirk dikin bêceza ye, ji tirkan ra kuştina me serbest e, xwîna kurdan li tirkan helal e.

Ji bo wê jî her roj bêtirs, bi kêfa dilê xwe başûr û rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin û her roj çend kurdan dikujin.

 XXX

12 roj in daristanên Dêrsimê dişewitin haya kesî jê tuneye.

Dewletê ji bo vemirandinê bekçiyekî xwe jî neşandiye. Di medyaya sosyal da qîrîn û hawara hin kurda ye, lê agir bi qîrîn û hawara di medyaya sosyal da venamire.

Dewleta tirkan neyarê her tiştê me ye, ji wan were ewê me jî bi daristanên me ra bişewitînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE