29 augusti 2021

Ji tûrikê minê kevn çend gotinên xweş

Ev demeke ez arşîva xwe paqij dikim, dûzanekê didimê. Tişt miştên ne lazim ji nav digrim, davêjim. Min hinekî berbî hev anîye, lê hîn temam nekirî ye.

Do xanimê kart û nameyên texîlekê derxistibûn, danîbûn ber xwe, dixwest hinekan bavêje.

Ez xeyidîm, min got dest nede wan, ezê rojekê li wan binêrim. Kart û kaxetên di dest da min jê girt û bala xwe dayê.

Di cî da nameyek bi ber çavê min ket. Yekî ji Wêranşarê ji min ra şandiye. Nav tune. Çend gotinên pêşiyan in. Kêfa min hat.

Belkî li hin deran hatibin weşandin jî. Ez nizanim. Lê dubare be jî zirara wê tune. Tune be xerab e. Ez wan diweşînim. Bira di bloga min da hebin.

Ji salên 1990î, di defterekê min çend not girtine. Di rojên pêş da ji wan jî ezê hin tiştan biweşînim.

-Aqilê kêm bare xwediyê xwe giran dike.

-Aqil di serî da ye, ne di rîyê da ye.
-Berî baranê bat ê, berî mirinê taya sar tê.
-Berxê xelkê di koza meriv da mezin nabe.
-Bi umrê dirêj meriv digihîje Mirada.
-Cirma zimên serî dikşîne.
-Çiyayê bilind bê mij nabe.
-Dar çiqasî bilnd bibe zû dişkê.
-Derdê avê ji tîyan, derdê nên ji birçîyan bipirse.
-Gîha tu carî di bin kevir da namîne.
-Gur çiqasî pîr be jî tim riya xwe zane.
-Hesabê malê zengînan li cem xizana ye.
-Heta min xwe nas kir, min malê xwe xelas kir.
-Hevalê barê ketî tuneye.
-Hûr bajo, kûr bajo, gê meêşîne.
-Ji serîyê çê ra çavek bes e.
-Karê rojekê qaxuya salekê.
-Kerê barê te ne lê be ço mekê.
-Kum wenda yi, keçel şa yi.
-Li bejnê nêrî bi zêran kirî, kum hilanî qafê gurrî.
-Mal qoçê mêra ye.
-Meriv ranekeve li ciyê kaş, nabîne xewnên fahş.
-Meriv li ber kanîyê be tî nabe.
-Mezinê te tune here bi merîyekî mezin bişêwire, heger meriyekî mezin tune here bi kevirekî mezin bişêwire.
-Nan bi korgî be, tu bi tajî bî, birevî, nerevî tu negihîjê
-Rim di têrê da nayê veşartin.
-Rim di çewêl hilnayê
-Ro dihere, qeda bela nare.
-Ro here ava bi şûnda nayê
-Sebir, sebir bi debir.
-Sed pez di sîya darekê da mexel tê.
- Şêx ne batin e, şixul bi serê wî da hatine.
-Tas gi çingîya rast û çep ferq nake.
-Tirî bi sebir dibe helaw.
-Xêra çavê çepê ji çavê rastê ra tune.
-Zimanê mere neke leqe leq, serê mere nake teqe req.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE