30 augusti 2021

Di civatekê da pîvana medenîyetê rewşa jinan e

Em civateke çiqasî medenî û demokrat bin li kara me ye, li dinyayê dost û dilxwazên me zêde dike.

Armanc û xaya medenîyetê(şaristanîyê), demokrasîyê li welatekî însan azad bin, di nabêna jin û mêran da wekhevî hebe û însan bikanibin şexsîyeta xwe bi pêş xin.

Civata ku jin tê da bi qasî mêran ne azad bin, bi mêran ra ne xwedîyên eynî mafan bin, ew civateke prîmîtîf e, paş da mayî ye, ji medenîyetê bêpar e.

Li Kurdistanê, beşê jin herî kêm lê ne azad in, di nav têkiliyên prîmîtîv da hatine hefskirin başûrê Kurdistanê ye. Rewşa jinên bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê ji ya jinan başûr baştir e.

Li bakur û rojavayê Kurdistanê jin bêtir azad in û beşdarî xebatên siyasî dibin.

Lê başûrê Kurdistanê jin di qada siyasî da tune ne, nîsbeta hebûna wan pir û pir hindik e.

Sebebê vê yekê jî siyaset e, siyasetmedar û partiyên siyasî ne. Ew rê nadin pêşketina jinan, di desthilatê da, di îdara civatê da cî nadin wan.

Ev tiştekî ne baş e. Dibê meriv vê rastiyê bi dengekî bilind bibêje û guhertinê bixwaze. Li başûrê Kurdistanê gerek jin jî di siyasetê da, di îdarekirina welêt da xwedî par bin, ew jî bi qasî mêran hebin.

Gere kem kurd nebin kopeyeyên ereban. Azadîya jinan, wekhevîya wan bi mêran ra nîşana medenîyetê ye û serxwebûna me nêziktir dike, îmaja me baş dike û li dinyayê dostên me zêde dike.

Gava heyetek ji derve dihere Kurdistanê yên diherin pêrgî, yên pê ra rûdinin giş mêr in, jiinek jî tevê tuneye.
Ji bo me kurdan ev ne rismekî baş e, di serê xelkê û dostên me da dibe sebebê peydabûna îmajeke xerab.
Di siyasetê da, di meclîsê da, di îdareyên mehelî da dibê jin jî bi qasî mêran hebin.
Ev yek pîvana pêşketinê û medenîyetê ye. Dibê jinên me di hunduran da û ne di pişt berdê da bin.
Gerek bi qasî mêran jin jî biçûna pêrgî serokê Fransayê Macron û bi heyeta fransiz da rûniştana.
Ji ber ku li başûrê Kurdistanê jinek ne berpirsîyara têkiliyên derve ye kêmasîyeke mezin e.

Dibê jinek bibe berpirsîyara têkiliyên derve, dibê di meclîsê da jimara jinan zêde bibe, herî kêm bibe ji sedî 30-40. Ev yek ji bo me pir baş e, ewê li dinyayê sempatîya li hemberî me zêde bike, îmaja me baştir bike.
Dibê meriv viya ji kurdên başûr bixwaze, vê kêmasîyê rexne bike. Bêdengî, negotina vê kêmasîya mezin, vê eyba giran ne rast e.

-Heger hûn dixwazin mistewa medenîyetekê bipîvin, tavilê li şertên jiyana jinan binêrin.

John Stuart Mill

-Dereceya medenîyeta welatekî, bi qîmeta didin jinên xwe û zarokên xwe tê pîvan.

George William Curtis

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE