30 augusti 2021

Bêqirarî malwêranî ye

Kes naxwaze pilana di serê xwe da çê dike bi ser nekeve. Lê carnan meriv nizane pilaneke çawa çê ke, ji ku derê dest pê bike, yekê çê dike, yekê xera dike.
Meriv dibêje îro, sibe, roja bi roja dide û wext derbas dibe; meriv kal dibe, pilan çê nabe û kar jî li hêvîya egîdê xwe çava dizêwirîne.
Bêqirarî, dudilî malwêranî ye.

Xwezî bi dilê wî kesî xwe naxapîne, dibêje û dike...

 XXX

Çivîka difire birçî namîne, pir hindik qûtekî bi dest dixe, çivîka ji hêlîna xwe dernakeve tiştekî bi dest naxe, birçî dimîne.

Destê dixebite li ser zikê têr e.

Çi însan, çi heywan, çi jî teyr, yê dixebite, yê li ber xwe dide birçî namîne, motajî kesî nabe.

Mûrî(gêre) motajî çirçirkê nabe, lê çirçirk çelê zivistanê li derîyê mûriyê dixe û jê hinek xwarin dixwaze.

Yê bixebite, yê li ber xwe bide zû dereng bi ser dikeve...

XXX

Tiştê çû, mede dû. Do do bû, îro îro ye. Do carê çû ye, hew bi paş da vedigere.

Lê nostaljî, bîranîn jî xweş e, meriv bi rojên borî ra, bi salên borî ra, bi serpêhatiyên bûne xatirayên şîrîn ra dike galgal, hesb û hal dibe.

XXX

-Heger meriv agir bixwaze, dibê meriv tehamulî dûxanê bike.

Ev îş wiha ye, yê bixwaze gulê bîn bike, dibê xwe ji sitriyên wê aciz neke. Gul bê sitrî nabe.

 

XXX

Îro Nûjîn Onen xanimê û Mehmet Guzeler di twîtterê da du gotinên xweş parve kirin:

-Xerîbî ne tu çek e, kes ji mere ra nabe bav û kek e.
-Xerîbî ne tu çek e, Xwedê milê kesî tê ra neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE