31 augusti 2021

Malavayî

 Mêrik bi lez çû ket oda tuxtor, jê ra got:

-Tuxtor beg, mala te ava be, ez ji tedawîya te pir memnûn im. Ez çiqasî sipasî te bikim jî ez ji bin vê çêyîya te dernakevim.

Tuxtor matmayî ma, got:

-Lê tu ne nexweşê min î, min tu tedawî nekiriye.

-Mêrik got:

-Tu rast dibêjî tuxtor beg. Lê te apê min tedawî dikir. Îro mir û serweta wê giş ji min ra ma.

Parastin

Li New Yorkê jinik çû ket dikaneka sîlehfiroş, got:

-Ez dixwazim li dabançeyeke marqa Browêng binêrim. Lê bira yeka baş be, saxlem be, lê nesekine.

Yê sîlehfiroş got:

-Xêr e înşela ! Qey tu dikî xwe pê biparêzî?

Jinikê got:

-Na, ne ji bo parastinê ye. Parastina min abûqatê min dûra ewê bike...

Bêhişî

Du haval li bajêr rastî hev hatin. Çend sal bû hev nedîtibûn. Silav dan hev. Yekî ji yê din ra got:

-Li qusûra min nenêre, bi Xwedê min navê te ji bîr kiriye.

Mêrik got:

-Wele ez jî carnan nava ji bîr dikim. Navê min Reşo ye.

-Bawer bike navê rengan qet di bîra min da namîne.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE