28 augusti 2021

Serhişkî

Gazî û hawar birin Xoce Nesredîn, gotin zû were, xwesîya te di ber çem çû. Xoce baz da, çû ber çem û qiyame, berjorî çem meşîya, li wan deran çavê xwe gerand. Jêra gotin:

-Xoce, tu bi ku da diherî? Av wê da naherike, av berjêr diherike.

Xoce got:

-Ez zanim çem vir da naherike, berjêr diherike. Lê hûn nizanin ew jinik meriveka çiqasî serhişk û ters e, bawer bikin kane vir da jî were…

 

Timayî

-Zengînekî pir destgirtî(pir çikûs, tima, cimrî)mir. Ji ber ku yekî pir destgirtî bû, jê ra digotin Hecî Tima.

Yekî ji hevalê xwe ra got:

-Ma te bihîst ? Dibêjin Hecî Tima vê sibê miriye.

Hevalê wî got:

-Wele ez bawer nakim. Çimkî ew tiştekî nade kesî.

Pirs

Keşe berî ku bûk û zavê teqdîs(pîroz)bike, li gorî adeta qatolîkiyê ji vexwendeyan pirsî, got:

-Di nav we da kesê li dijî vê zewaca bi xêr heye?

Ji nav milet dengê pistînekê hat. Keşe bala xwe da aliyê deng, got:

-Heyra ez ji te napirsim. Tu jixwe zava yî.

 Xwendin

Tuxtorê çava, piştî ku çavê mêrik miayene kir, jê ra got:

-Çavên te pir westîyayî xuya dikin, qey tu pir dixwîne. Dibê tu xwendina nivîsên dirêj kêm bikî.

Mêrik kenîya got:

-Tuxtor beg, bi serê te jixwe ez nizanim bixwînim, xwendin û nivîsandina min tune ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE