27 augusti 2021

"Hebû tune bû" çû çapxanê

Piştî gelek xiran û kaşan û minaqaşeyên bi rojan, axirê bîstek berê min redaktekirina herî dawî ya ”Hebû tune bû-Antolojîya çîrokên zarokan” qedand û şand ji Weşanxaneyê ra.

Li gorî ji min ra hat gotin di nav 10-12 rojan da ewê derkeve, bigihîje destê zarokên me û refên kitêbfiroşan.

Xwedîyê Weşanxana DARA Bawer Berşev û xwedîyê Jujî Tasarimê Sadik Hangulê bînfire bi min ra gelkî westîyan, me hev û du pir û anî, me belkî bi sedan mesaj ji hev ra şandin û gelek caran bi hev ra peyivîn, hat ku me li hev kir û kitêb îro da çapê.

Ji bo ku kitêbeke tekûz be, tê da çewtî tunebin, heta ji min hat min dîqet kir, min xwest kitêbeke bê şaşî, bê kêmasî derkeve.

Ji bo wê jî min xortê mîzanpaj çê kir(Sadik Hangul) pir westand.
Camêr tu carî xulqtengî nekir, tim bi bînfirehî li min gudarî kir û guherîn min kirin, tiştên min gotin giş yeko yeko kirin.
Ez gelkî sipasî vî xortê bînfire dikim, mala wî ava be.

Bawer Berşef jî gelkî westîya, ez sipasî wî jî dikim, mala wî jî ava be.
Mîzanpaj û dîzayna  ”Stiriyên me” jî Jujî Tasarimê çê kir. Yanî xortê hêja, Sadik Hangul wê çaxê jî bi min ra gelkî westîya.

Gava meriv karekî diqedîne, meriv dibêje karê Xwedê qedandin e. 
Nuha, piştî ku kitêb çû çapxanê wek ez barekî ji pişta xwe deynim, bîna min hat ber min. Hêvî dikim di çapê d aqeza belayek neyê serî, xweşik çap bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE