26 augusti 2021

Hin rojan serî paydos dike !

Tiştekî pir ecêb e, roja bûyer, xeber, şer û teşxeleyên me kurdan ne zêde bin, hindik bin, serî jî tembel dibe, tiştê meriv binivîse, qalê bike jî nayê bîra meriv.

Yanî bi kêmbûna bûyeran ra kesadîya fikirî jî çê dibe.

Roja bûyer, xeber pir bin, serî wek saetê dixebite, mijar ji mijarê ra dibêje wê da here, meriv nizane qala kîjanê bike.

Lê rojên sakîn serî û aqil jî westa xwe digre, ew jî îstirahet dikin.

Îro rojeke werganî ye, serî bîna xwe digre, bazara êqil kesad xuya dike…

 XXX

Ez îro ji ber baranê hîn derneketime meşa xwe ya rojane. Vêsê min hinek cangiranî kir, nuha jî zêde dibare.

Jo vêsê da ye baran e, bîstekê vedide, dîsa dest pê dike. Lê nuha bi kûzan dike xwar.

Xanim di mitbaxê da ye pela çê dike; pelê bêgoşt. Malzeme min jê ra hûr kir. Min got guneh e, bira bi tenê neke. Keda min jî tê d ahebe baş e.

Pelê me ji malê ne. Xanimê dolab tije kiriye, ji berêvkê da derdixe. ji me ra çê dike. Em pê xenî bûne.


Wele ezman qelişî, heger çend saetên din jî wa dom bike Stockholm ewê di bin avê da bimîne, li her derê ewê lehî rabe.
Xwedê kir mala me li ser girekî ye, tiştek bi me nayê, lê yên di ber lehiyê herin pir in.

Îsal baran bela xwe ji Swêd venake, heta nuha gelek bajar di bin avê da man. Ez bawer dikim sibe jî emê xeberên wiha bibihîzin.

 

XXX

 Berê Dewleta Osmanî kurdê,însanê bi ya dewletê nekira ya jî li hember rabûya bê mahkime sirgûn dikir.

Sovyeta dema Stalîn jî kesên mixalif sirgûnî Sibîryayê dikirin

Nuha jî kurd kurdan sirgûn dikin. YNKê Lahur Talabanî sirgûn kiriye.

Heger Lahur Talabanî sûcdar e bira mahkime ceza bike.

De îcar ev sirgûn çi ye?

Sûcê wî çi ye bira eşkere bibe û mahkime cezayê wî bidê. Lê sirgûn ne tu hawe ye, ne rast e.

 XXX

 Bi teqînên hovane yên li paytexta Efxanîstaê Qabûlê pir xemgîn bûm. Dibêjin 50-60 kes mirine û gelek jî birîndar in. Qabûl bûye gola xwînê. Wahşeteke mezin e. Ancax wahş, hov wiha bikin.

Bawerîya wiha, dînê wiha, îdeolojiya wiha têkeve binê erdê !

Dibêjin teqînên Qabûlê Daîşê kiriye, lê bi bawerîya min qatil yên Daîşê bin jî Îran li pişt e. Xayinî û genîfisiyên wiha karê Îranê ye. Dibê Amerîka berê xwe bide Îranê, Daîş taşeron e, tiliya Îranê tê heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE