26 augusti 2021

Rovî û gakûvî

Rovî li daristanê li nêşîrekê digerîya. Bala xwe dayê nêrîyekî gakûvîya quloçê xwe di darekê dide. Rovî meraq kir, got:

-Bira, tu çima quloçê xwe di darê didî?
Gakûvî got:

-Ez quloçê xwe disûm, tûj dikim.

Meraqa rovî zêdetir bû, got:

-Qey talûkeyek bi te eyan bûye? Ya jî li van deran nêçîrvan bi ber çavên te ketine?

Gakûvî got:

-Na, nuha tu talûke bi min eyan nebûye û min tu nêçîrvan jî nedîtine. Lê vira daristan e, çi dibe, çi nabe, ez ji nuha da tedbîra xwe digrim. Dema ji nişka ve talûkeyek derkeve pêş min, ezê nikanibim quloçê xwe tûj bikim. Lema jî ez ji nuha da quloçê xwe tûj dikim, tedbîra xwe digirim...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE