25 augusti 2021

Hûn çi bikin jî hûn nikanin cesareta pilingekî têxin dilê mişkekî

Li gorî çîrokekê mişkekî pir tirsonek hebûye, tirsa pisikê tu carî ji di dilê wî derneketîye.

Dilê  sihêrbazekî pê şewitîye, rabpye ew kiriye pisik.

Mişko ji dêlî ku bûye pisik kêfxweş bibe, vê carê jî dest pê kiriye ji kûçan tirsiya ye, vê carê jî tirsa ji kûçikan ketiye dilê wî.

Dîsa gunehê sihêrbaz pê hatiye, ew kiriye piling.

Mişko ji dêlî ku bûye piling kêfxweş bibe, vê carê jî dest pê kiriye ji nêçîrvanan tirsiya ye, îcar tirsya nêçîrvanan ketiye dilê wî, ji nêçîrvanan ziravqetyayî bûye.

Sihêrbaz bala xwe dayê ew çi bike jî, ew wî bike çi jî nikane tirsê ji dilê wî derxîne. Lema rabûye dîsa ew wekm berê kiriye mişk û jê ra gotiye:

-Tu mişkekî bêculhet û tirsonek î, bi te ra dilê mişkekî heye. Lema jî ez nikanim alî te bikim.

Bi hin serok û sîyasetmedarên me ra wêrekîya, cesareta daxwaza serxwebûnê tuneye. Bi bi gotinê, bi rexnekirinê, bi halanan kes nikane wê culhetê, wê cesaretê bide wan. Dilê wan dilê mişkekî ye, kî çi bike jî ew nabin xwediyê dilê şêr û pilingekî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE