25 augusti 2021

Tirk bi zulma xwe yekîtiya me çê dikin

Tirk wer bawer dikin bi zulmê, bi terorê, bi girtin û kuştinê ewê me teslîm bigrin, me biqedînin, me bikin tirk.

Hesabekî şaş dikin, bi zorê, bi zulmê, bi kuştinê kurd bêtir dibin kurd, bêtir dibin neyarên tirkan; bêtir bi kurdayetîya xwe dihesin

Tirk bi vê zulma xwe ya bênabên û pir hovana me dikin yek milet, kurdên teslîm bûne, yên asîmîle bûne jî ji dûr dixin, bi zor dikin kurdên kurdperwer.


Sed, dused salekî em rehet bihîştana, zulm li me nekirana, zimanê me, kurdayeyî qedexe nekirana li kara wan bû, rehetîyê, zengîniyê ewê kurd bihelandana, piranîya wan bikirana tirk. Miletek bi rehetî zûtir û rehettir dihele.

Lê bi zulma xwe ya nayê kişandin xerabên me jî, yên bûbûn tirk jî, yên dixwestin bibin tirk jî ji xwe dûr dixin, wan jî dikin kurd û neyarên xwe.

Gelekên me di rehetîyê da bûbûn wek kêra ko, lê tirkan bi zulma xwe ya van salên dawîyê ew jî baş sûn, baş tûj kirin, baş kirin neyarên xwe.

Ev jî fêda zulma wan e.
Zulma li me dikin helbet pir xerab e, zor e, nayê kişandin, lê bi zulmê me şiyar dikin, me bi kurdayetîya me dihesînin, fikrê azadiyê, serxwebûnê di dilê me da xurt dikin.

Êdî kurdê herî bêxîret, herî asîmîlebûyî jî fêm kiriye zengînî, şelafî, hustuxwarî, heta asîmîlasyon jî ne xelasî ye, xelasî, rehetî di serxwebûnê da ye, dibê em kurd bibin xwedî dewlet, dibê em ji bindestiya tirkan xelas bibin.

Tirk bi zulma li me dikin ev fikir xistine dil û serê her kurdî, her kurdê. Çare di xelasîya ji bindestîyê da ye, wekî din tur ê tune ye, pere, zengînî, mal û milk ne çare ye, ne dermanê birîna me ye. Derman, azadî, dewleteke kurdî ye.

Lema jî tirk bi zulma xwe erê me pir diêşînin, lê li alîyekî din jî me dikin yek, kurdayetîyê di dilê me da xurt dikin, me mecbûrî avakirina dewleteke kurdî dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE