24 augusti 2021

Kî neyarê kurdan be ew şîrîn û berdilkê tirka ye

Kîjan serokê tirk zêde neyarê kurdan be, zêde kurdan bikuje, her roj Kurdistanê bide bombebarankirin tirk ji wî hez dikin û rayên xwe didin wî. Ji berê û ber da ev wiha ye. Yanî kî neyarê kurdan ew şîrîn û berdilkê tirka ye.

Ji bo wê ye tirk ji Erdogan, ji Bahçelî, ji Daîşê hez dikin.

Ji bo wê ye tirk hewqasî heyranê Ataturk in. Çimkî mêrik Kurdistan dagir kir û kurd jî kirin êsîrên ber destê tirkan. Lema jî rast û çepên tirkan, faşîst û îslamîstên wan kemalîst in.

 XXX

 Zulm û terora tirkan ya bênabên ne bes e, mirinê jî îsal xwe da ser.

Her roj em bi xeberên bombebaran û kuştinên Tirkiyê û xeberên çend mirinên nas,dost û hevalan şiyar dibin û radikevin.

Diyar e tirkan û Ezraîl li hemberî me qela xwe kirine yek, nahêlin şevekê jî em rehet rakevin.

 XXX

Hin kurd serê salan e ji bo ku demokrasîyê bînin Tirkiyê dixebitin. Bela sebeb xwe diwestînin.

Yek jê, mesela me meseleyeke millî ye,ne gelşeke demokrasîya tirka ye.

Ya din, hetanî em azad nebin,Kurdistan çê nebe tirk tu carî demokrasîyê qebûl nakin,ewê bixwazin tim wiha bimînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE