24 augusti 2021

Hêrsa ji kûz

Germa havînê, qijala nava rojê bû. Mêrik dikira ji tîna bibehicîya, tasek av ji kûz(cêr)dagirt û bi ser xwe da kir. Av pir germ bû, kel bû, bi hêrs tasa xwe li kûz xist, got:

-Erê tu nacemidînî mecemidîne, lê çima te hewqasî germ kirîye?


Qelem

Rejîsorê bi nav û deng hiş û aqilê wî çûbû ser seneryoya dinivîsî, tew nizanîbû li ku ye. Serê xwe rakir, bêhiş vir da, wê da nêrî, dûra ban sekretera xwe kir, got:

-Keça min, ka qelema min li ku ye?

Keçikê bala xwe dayê, got:

-Di ber guhê te da ye.

-Keçe min, dev ji gotinên baş nayê fêmkirin berde, qutebir bipeyive, kîjan guhê min ? Wiya bibêje !


 Sîgorte

Mêrik bi kêfxweşîyeke mezin çû mal, ji xanima xwe ra got:

-Xanim, tu zanî, îro min xwe sîgorte kir.

Jinikê got:

-Te pir baş kirîye. Êdî dema tu nexweş ketî ne hewceye em wek dînan birevin ser tuxtor.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE