23 augusti 2021

Aqilê meriv ji kîsê xelkê be meriv korfahm dibe



Gelek kurd bi israr dibêjin em û efxan birayên hev in, lema jî dibê em derîyên xwe ji wan ra vekin û çi alîkarî ji me tê bi wan ra bikin.

Ne karê aqil e, meriv nikane bawer bike, lê rast e, gelek kurd bi rastî jî wiha dibêjin.
Îdeolojî, dîn, nezanî meriv korfahm dike. Şiyarkirina însanên korfahm pir zor e.

Carê berî her tiştî miletekî bi navê "efxanî" tuneye. Li Efxanîstanê ozbek, peştû, hazar, turkmen, qirgiz, belûc û gelek qewmên din hene. Li gorî dibêjin li Efxanîstanê 42 ziman tê peyivandin.

Lê kurdên me yên humanîst û xêrxwaz dîsa jî dibêjin ”em û efxan” birayên hev in û lema jî di vê roja teng da dibê em alîkariya birayên xwe bikin.

Efxanên Tirkiye wan tîne kes nizane ozbek in, qirgiz in, turkmen in, hazar in, ya jî miletekî din in.

Lê kurdên me dibêjin “em û efxan birayên hev in”!

Li rojava û başûrê Kurdistanê bi sedhezaran kurdên ji Efrînê, ji Serê Kanîyê, ji Girê Sipî, ji Şengalê, ji Helebê û ji gelek derên din koçber bûna di çandiran da dijîn, di halekî pir perîşan da ne. Hûn pir humanîst û xêrxwaz in alîkarîya van kurdan bikin, herin kampên wan, biratîya xwe nîşanî wan bidin. Çi îşê we bi efxanan heye?

Kurdên me yên pir humanîst alîkarîya van birayên xwe nakin, derîyên malên xwe ji efxanan ra vedikin, ji bo efxanên kes nizane kî ne, çi ne, çi milet in banga alîkariyê dikin...

Çi bibêjim, Xwedê aqilekî bide we…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE