23 augusti 2021

Mizgîn

Li nexweşxanê hemşîreyê baz da ba mêrikê li ber derî dipa, bi kêf û rûkenî jê ra got:

-Mizgîna min li te, ji xanima te ra sê zarokên wek gulan çê bûn.

Mêrik serê xwe hejand, got:

-Jixwe ji berê û ber da ye ew yeka çavbirçî ye, çavê wê bi yekî, duduya bar bar nebûye...

 

Gazina ji bermalyê

Jinik ne tu bermalî bû, di mitpaxê da ne jêhatî bû, nizanîbû xwrinên xweş, bi tahm û lezet çê kira. Mêrik jê ra digot Pitê. Rojekê pê da teqîya, got:

-Pitê, erê tu nizanî xwarinê xweş çê kî min fêm kir, lê çima tu hew qasî ne xweş çê dikî? Qenekê neherimîne !

 

Sifre

Jîro û Azad hevalên hevê zaroktîyê bûn. Ji zû da bû hevdu nedîtibûn. Li bajêr rastî hev hatin. Piştî silav û halpirsînê, Jîro got:

-Ma tu çi dibêjî, em bi hev ra parîyek nan nexun?

Azad got:

-Çima na, ezê kêfxweş bibim.

-Ê wê gava telefonî diya xwe bike, bira sifrê raxe, em diherin mala we. Ezê silavekê bidim diya te jî...

 

Rêwî ye

Germa havînê, qijala nava rojê bû. Kalê elewî li bin sîya darekê rûniştibû û qelûna xwe dikşand. Yek ji wir bihurî, got:

-Ma qey tu ne bi rocî ye ?

Kalê elewî got:

-Rocî li min nakeve, li min ne ferz e.

-Ji bo çi li te nakeve?

-Çimkî ez seferî me ji bo wê.

-Oxira te ya xêrê be. Baş e tu diherî ku ?

-Ez diçim dinya din...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE