23 augusti 2021

Gelo peyva ”koça dawî kir” rast e û di cî da ye?

Ev demeke, ya jî ev çend sal in gava yek wefat dike, diçe rahmetê dibêjin filan keso, filan kesê ”koça dawî kir”!

Gelo berê jî kurdan ji bo miriyên xwe digotin filan keso, ya jî filan kesê ”koça dawî kir” ya jî gotineke nuh e?

Bi min ev gotin pir sûnî ye, tercumeya ji tirkî ye, ne li gorî adet û kultura kurdî ye. Li herêma me kesî ji bo kesê/kesa rahmet kiriye peyva ”koça dawî kir” bi kar nedianî.
Meriv digot ”mir, wefat kir, çû rahmetê…

Gelo ez şaş im, kurdan berê jî li dû kesê mirî digotin ”koça dawî kir”, lê nayê bîra min.

Fikrê we yê li ser vê meselê çi ye, hûn çi dibêjin?

Bi ya we ji bo kesê/kesa wefat bike, peyva ”koça dawî kir” rast e ya na?

Bi swêsî dibêjin filan kes mir. Rojname, medya dibêje mir, rahmet kir, sifetekî din bi kar naynin; nabêjin ”koça dawî kir !”

Dibê medya me jî wisa bike.

Lê şexs, şair ji xwe ra çawa dibêjin, çi teswîrê dikin,  çi sifetê bi kar tînin serbest in.
Însan kanin bibêjin “ji vê dinya ronak bar kir, koç kir, çû gerdûneke din, çû warekî ebedî” û gelek sifetên din jî kanin bi kar bînin. Lê bi ya min "koça dawî kir" ne rast e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE