23 augusti 2021

Her kes ji aqilê xwe razî ye lê aqil di ser êqil ra ye

Her kes kêm zêde ji aqilê xwe razî ye.
Lê meriv çiqasî baqil be jî, ji aqilê xwe razî be jî xwendin, guhdarîkirina li kesên din meriv baqiltir dike.
Çimkî aqil di ser êqil ra ye.
Gava meriv tiştên xelkê nivîsîne dixwîne asoya meriv firehtir dibe, tiştên qet nayên bîr û bala meriv, bi xêra xelkê û xwendinê tên bîra meriv, bi bîra meriv dikevin.

Jixwe riya fêrbûna ev e, meriv dixwîne, gudarî dike û tiştên nuh, fikrên nuh, tiştên meriv nizanîbû fêr dibe. Xezîneya gotinên meriv dewlementir dibe.

Yanî meriv çiqasî bixwîne hewqasî li karê ye.Xwezî min bikanîbûya kêm binivîsîya û zêde bixwenda.

Lê ez eksê wê dikim, ez pir dinivîsim û kêm, hindik dixwînim.
Ev jî ji ruyê tirkan da ye.

Heger em ne bindest û bêdewlet bûna, hewqasî ne derbeder û perîşan bûna, ev zulma bênabên li ser me tunebûya, heger tirkan gav û saetê tilyên xwe di çavên me ra nekirana, minê pir bixwenda û hindik binivîsîya.

Lê weleh di vê rewşê da, li hemberî vê zulm û terora tirkan ya ji ya nazîyan jî xerabtir, ez nikanim xwe li ser dîwanê qup bikim û bi kêf û dilekî rehet bixwînim û li ser zulma tirk li me dikin nenivîsim, tenê lê sêr û temaşe kim.

Hinekên viya dikin hene, lê ez bi xwe nikanim, ez nikanim di medyaya sosyal da gav û saetê xeberên li ser êrîş û kuştinên tirkan bixwînim û tiştekî nebêjim, du peyvan nenivîsim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE