22 augusti 2021

Erdogan wer li ser xetê ye

Do dîsa telefon ji destê serokê Tirkiyê Erdogan da neketîye, telefon li ser telefonê kiriye.
Telefonî Merkelê kiriye, jê hinek perên din xwestiye, gotiye koçberên efxanî zêde bûne, dibê Yekîtiya Ewrûpayê hinek perê din bide. Peymana me bi Yekîtiya Ewrûpayê ra çê kiribû dibê were nuhkirin. Çimkî rewş guherîye, dibê hûn hinekî din têxin bêrîka min. Ya na ezê dîsa derî vekim.

Yekîtiya Ewrûpayê bûye kasa Erdogan, roja rût dibe, berê xwe dide kasa xwe ya Yekîtiya Ewrûpayê, çend mîlyar Euro jê derdixe.

Telefonî Pûtîn kiriye, qey mesela Sûriyê û Lîbyayê û kurdan pê ra peyivîye. Bi îhtîmaleke mezin destûra êrîşên ser kurdan ji Pûtîn girt. Çimkî bêyî destûra Pûtîn nikane her roj êrîşî kurdan bike û çend kesan bikujin. Rûsya dewleteke garantor e, dibê nehêle Tirkiye her roj gund û bajarên kurdan topbaran û bombebaran bike. Tiştê tirk din sûcekî giran e, lê ji bo ku yên tên kuştin kurd in her kes Tirkiyê îdare dike.

Telefonî serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kiriye, bi wî ra jî têkiliyên bazirganî, leşkerî û îstîxbarî peyivîye.

Kesên li Îraqê îro li ser hukim in merivên pir bêşexsîyet û bêheysîyet in.

Tirkan ji çara yekê Kurdistanê-Îraqê dagir kirine, qet ne xema Kazimî ye, mêrik dîsa jî bi Erdogan ra tîcaret û nizanim çi minaqaşe kiriye.

Fena ku Tirkiyê welatê wî dagir nekiribe bersîva telefona Erdogan dide, pê ra sohbet dike.

Tikan baş fêm kirine ereb çi kewaşe ne, lema jî Erdogan fena ku Îraq dagir nekiribe telefonî Kazimî kiriye û hin şîret lê kirine, tîcareta nabêna her du welatan pê ra sohbet kiriye.

Hûn têkevin binê erdê, însan hewqasî jî pîs, bêşexsîyet nabe !

 

XXX

Tirkên devbixwîn îro di topbaranên xwe da li Zaxo, li herêma Batîfayê du turîstên ereb kuştine.

Van tirkên faşîst sê perçên welatê me li me kirine dojeh. Roja çend herêmên Kurdistanê bombebaran û topbaran nekin û çend kesan nekujin tuneye. Van qatilan kuştina me ji xwe ra kirine karekî rojane.

Neteweyên Yekbûyî jî li vê terora tirkan temaşe dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE