22 augusti 2021

Serpêhatîya kûsî û rovî

 


Carekê rûvîyek û kûsîyek bûn destbirakên hev. Kûsî ji rovî pirsî, got:

-Mamê rovî, ma çend fenên te hene?
Rovî got:
-Hezar û yek fen û fûtên min hene. Le çend fenên te hene?
Kûsî got:
-Wele yê min hew sê fenên min hene.
Rovî got:

-Tişt nabe, min qebûl e. Emê bi hev ra nêçîrê bikin û wek bira li hev par bikin.
Bi vî hawî li hev kirin û rabûn çûn ber benda rezekî. Benda rez bilind bû û tu neqeb tê tunebû. Li dora bendê çûn hatin, çûn hatin, axirl qulikek dîtin. Lê qulik kûr kaş bû. Kûsî nikanîbû daketa qulikê, rovî çer daket qulikê dahfik çirpîya, rovî ket feqê.
Kûsî got:
-Mamê rovî, çi bû ?
Rovî got:
-Birakê kûsî, ez ketim feqê.
Kûsî got:
-Te digot hezar û yek fen û fîtên min hene, yekê bi kar bîne û xwe xelas bike!
Rovî got:
-Bi çirpîna dahfikê ra fen giş ji bîra min çûn. Ez ketime bextê te çareyekê bibîne, min xelas bike.
Kûsî got:
-Xwe bimrîne, fena ku tu miribe. Gava rezvan hat ewê bibêje qey tu mirar bûye. Ewê te ji dahfikê derxe û çengke dera hanê. Tu yê rabe û baz de û xelas bibe.
Rovî, kûsî jê ra çi gotibû wer kir û feqê xelas bû. Çend roj di ser ra derbas bû, şevekê dîsa çûn ber wê qulikê, gotin rezvan nema dahfikê li vir datîne. Rovî dixwest têr tirî bixwe, hema zû zûka dîsa xwe rada qulê. Dahfik dîsa pê da teqîya û dîsa ket feqê.
Kûsî got:
-Mamê rovî, te digot hezar û yek fenên min hene, de ji wan yekê bi kar bîne û xwe xelas bike.
Rovî got:
-Birakê kûsî, bi Xwedê gava cî li min teng dibe fenên min giş ji bîra min diçin, yek jî nayê bîra min. Ez ketime bextê te min xelas bike.

Kûsî got:
-Vê carê mirin fêde nake. Lê çareyeke din heye. Li gund rovîyekî mala axê heye. Kes newêre çipiskekê li rovîyê mala axê  xe. Sibe dema rezvan hat, bike kûzte kûzt, dêla xwe li ba ke û serê xwe têxe nav şeqa wî. Ewê bibêje wele viya rovîyê mala axê ye. Ji tirsa ewê dest need te, ewê nigê te zû ji dahfê derxe, te têke himêza xwe û bibe li derî rez berde. Tu yê bi vî hawî ji mirinê xelas bibî.
Rovî got:
-Baş e, ezê wek te gotiye bikim.
Sibê gava rezvan çû ser rezê xwe, bala xwe dayê rovî di dahfikê da ye.
Kûsî ji rovî ra çi gotibû rovî wer kir, rezvan ew berda, rovî vê care jî ji mirinê xelas bû.
Piştî çend şevan, dîsa dan dû hev û çûn li dora rez gerîyan. Vir da wê da gerîyan, qulek din dîtin. Rovî got:
-Birakê kûsî, îcar dora te ye, tu berê here. Ezê bidim dû te.
Kûsî got baş e û hêdîka xwe rada qulê. Kûsî çer xwe di qulikê ra kir, dahfikê di cî da got çirp, kûsî bi her du nigan ket dahfikê. Kûsî got:
-Mamê rovî, ez ketime bextê te, min xelas bike. Zarokên min hûr in, li mal li bende min in.

Rovî kenîya, got:
-Heger ji min bihata minê xwe xelas bikira.
Dahfik carê teqîya bû, rovî bêtirs pê li pişta kûsî kur û çû ket nava rez.
Kûsî got:
-Mamê rovî, xêra xwe ji min ra jî gûşîyek tirî bîne, ez birçî me:
Rovî got:
-Emrê te îşev tenê maye, ma tu yê tirî çi bikî ?
Rovî di nav rez da gerî, têr tirî xwar û vegerîya. Ji kûsî ra got:
-Ciyê zarokên xwe ji min ra bibêje, ji bo ku ez li wan xwedî derkevim, wan biparêzim.
Kûsî fêm kir rovê nêt li çêlan jî xera kiriye, dixwaze here çêleyên wî bixwe. Kûsî got:
-Were ezê ciyê wan di guhê te da bibêjim.
Gava rovî guhê xwe da ber devê kûsî, kûsî hişk dev li guhê wî kir û sere xwe kişand nava qêlik. Rovî kir û nekir, nikanîbû xwe xelas bikira, heta li wan bû sibe.
Rezvan hat, bavo çi bibîne, guhê rovî di devê kûsî da ye û kûsî jî bi her du nigan di dahfikê da ye.
Hema bi daran bi rovî ket. Rovî bi zor, bi halekî xerab ji nav lepên rezvan filitî, revî revî çû, ruhê xwe xelas kir.
Rezvan kûsî ji dahfê derxist û bera nav mêwên tirî da û jê ra got:
-Weyla kûsiyê di qêlik da, piştî ku te ev mêranî kir, te ji min ra ev rovîyê fenek girt û min dilê xwe lê rehet kir, êdî rez rezê te ye, hema heta ji te tê bixwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE