21 augusti 2021

Bi sîyaseta newêrekî em li zirarê ne

50-60 sal berê partîyên me zeîf bûn, endam û piştgirên wan hindik bûn, gel pir neketibû nav tevgerên siyasî.
Lê dîsa jî şîara her partîyê serxwebûn bû, daxwaza herî kêm federasyon bû.
Nuha partî xurt bûne, bi milyonan kurd li pişt wan in, lê culhet nakin serxwebûnê bixwazin.

Heta em kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe li tu beşekî Kurdistanê, heta li tu dereke dinyayê ji me ra rehetî tuneye.

Dibê partiyên me giş bi hev ra bi deklarasyonekê ji NY û ji dinyayê ra daxwaza miletê kurd bibêjin; em serxwebûnê, dewleteke kurdî dixwazin!

Bêyî dewleteke kurdî tu çareserîyeke din me ji vî ezabî, ji vê rezîliya daimî xelas nake.
Siyasetmedarê, serokê, partîya ji dewleteke kurdî nexwaze xerabiyê bi kurdan dike, naxwaze kurd ji bindestiyê xelas bibin, dibê meriv wan neke rêber û berpirsiyarên xwe.
Sîyasetmedarên me dema zeîf bûn wêrek û bi culhet bûn, hedefa gişa serxwebûn bû, lê nuha xurt bûne, bi milyonan kurd li pişt wan in bizok bûne, dev ji serxwebûnê berdane, bi dû qûna demokrasîya Tirkiyê ketine, dikin qûna Tirkiyêî rast bikin....

XXX

Gelo peyva ”koça dawî kir” rast e, di cî da ye?

Ev demeke, ya jî ev çend sal in gava yek wefat dike, diçe rahmetê dibêjin filan keso, filan kesê ”koça dawî kir”!

Gelo berê jî kurdan ji bo miriyên xwe digotin filan keso, ya jî filan kesê ”koça dawî kir” ya jî gotineke nuh e?

Bi min ev gotin pir sûnî, ne li gorî adet û kultura kurdî tê. Li herêma me kesî ji bo kesê rahmet kiriye peyva ”koça dawî kir” bi kar nedianî.

Gelo ez şaş im, kurdan berê jî li dû kesê mirî digotin ”koça dawî kir”, lê nayê bîra min.

Fikrê we yê li ser vê meselê çi ye, hûn çi dibêjin?

Bi ya we ji bo kesê/kesa wefat bike, peyva ”koça dawî kir” rast e ya na?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE