21 augusti 2021

Terikandin bi qasî fêrbûnê zor e

Gava meriv hînî tiştekî dibe, bi meriv ra dibe xûy û devjêberdan jî pir zor dibe. Ji bo hinekan rehet be jî ji bo her kesî ne rehet e.

Çawa her kes nikane bi rehetî dev ji cixarê berde, her kes jî nikane dev ji xûyê xwe berde.

Fêrbûna tiştekî, karekî gava ji meriv ra dibe rûtîn, dibe xûy devjêberdan zahmet dibe, dibe wek kurmekî û dikeve bedena meriv; heta meriv neke, meriv rehet nake.

Her roj nivîsandina di medyaya sosyal da piştî salan bi meriv ra dibe xûy, tiştekî meriv binivîse tunebe jî meriv zorê dide xwe tiştekî li hev ragire, çend rêzan binivîse.

Yanî hînbûn piştî demekê meriv dike êsîrê xwe, ”dibe kelemçeyeke kilîta wê wenda bûyî.”

Hînbûn ne rehet e, wextê digire, lê belê devjêberdan, terikandin ji hînbûnê zortir e. Xelasîya ji hînbûnê jî bi qasî fêrbûnê, heta jê jî zortir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE