02 augusti 2021

Gîha li ser darê

Jîroyê biçûk li bexçê mala cîranê xwe hilkişiyabû ser darê mişmiş dixwar. Gava dît xwedîyê bexçe ji wê da tê, zû zûka daket jêr. Mêrik got:

-Kuro, tu li ser darê çi dikî?

Jîro got:

-Min xwest hinek gîha ji berxê xwe ra top bikim.

Mêrik mizicî, got:

-Kuro, gîha li ser dare çi digere?

Jîro got:

-Rast e tunebû. Jixwe ez jî ji bo wê dadikevim…

 

Ez jî wek te me

Albert Einstein bi trênê seyahet dikir. Êvarî vexta şîvê derbasî vagona aşxanê bû. Berçavka xwe di kompartûmana xwe da ji bîr kiribû, nikanîbû menuyê bixwîne. Ji bo ku menuya xwarinê jê ra bixwîne, gazî komîyê li wir sekinîbû kir, got hela were xêra xwe menuyê ji min ra bixwîne.

Xortê komî hustuyê xwe xwar kir, got:

-Wele ez jî wek te nizanim bixwînim.

 

Tercîh

Mamoste di dersê da ji Şêroyê biçûk pirsî, got:

-Şêro, ferz bike ku Rûhanî û Erdogan li hemberî te ne. Di destê te da jî dabençeyek heye, tu yê berra kîjanî bidî?

Şêro matmayî ma, hinekî fikirî, dûra got:

-Mamoste, heger tu bûya te yê berra kîjanî bida?

Mamoste got:

-Bêguman minê berra Rûhanî bida!

Şêro got:

-Ê wê gavê tercîheke ez bikim tuneye, minê berra Erdogan bida…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE