02 augusti 2021

Ez fêm nakim kurd çima hewqasî ji tirkan û ji zimanê wan hez dikin ?

Ez nizanim ev tirk, ev qewmê neyarên navê kurd û Kurdistanê çima hewqasî bi şans in, çima hewqasî bi kurdan şîrîn in ?

Tu dibêjî belkî quzê gur bi vî qewmê hov, wahş ra heye. Çi tînin serê me jî, kurd bi çavê dijmin li wan nanêrin, hezkirina wan û ya zimanê wan û welatê wan di dilê kurdan da kêm nabe
Bi qasî ku kurd heyranên Tirkiyê û Tirkî ne, ne heyranê Îranê û farisî, ne heyranên welatên ereban û erebî ne.

Bi qasî ku kurdên her çar peçên Kurdistanê heyranê Tirkiyê ne, ne heyranê Îranê, Îraqê û Sûrîyê ne.

Ne ereb, ne jî faris bi qasî tirkan neyartiya kurdan nakin, bi qasî tirkan ji kurdan nefretê nakin, bi qasî tirkan zulmê li kurdan nakin.

Lê kurdên bakur, rojava û başûr dîsa jî xwe dikin qurbana tirkan, dîsa jî heyranê Tikriyê û zimanê tirkî ne.

Kurdên başûr û rojava mecbûr nebin bi erebî napeyivin, lê bi dil û can, bi evîndarîyeke mezin dixwazin tirkî fêr bibin û bipeyivin. Û gelekên wan fêr bûne jî.

Li başûrê Kurdistanê tirkî ji erebî bêtir tê peyivandin, meriv kane bi tirkî bêyî problem her karê xwe bimeşîne, jiyana xwe bidomîne.

 Ji başûr xortekî bi navê Serbest Ferhan Sindî heye, di twîtterê da em hevalên hev in. Nizanim kurmanc e ya jî soran e.
Tiwîttên xwe bi tirkî dinivîse. Vê yekê ji zû da ye bala min kişand. Min bîstek berê jê ra got:

Serbest, Tirkiye û kurdên muptelayên tirkî ne bes e, te jî xwe li asîmîlekirina kurdan zêde kiriye.

Tu kurdekî başûr î, çima tu bi tirkî dinivîse?

Ma te xêr e?

Soranî bi tîpên latînî binivîse, bira fêda te bigihîje me.

Tu çima hewqasî bûye heyranê tirkî? ”

Ev bêbavên tirkan çi zulmê, çi heqaretê li me kurdên bakur, başûr û rojava dikin jî kurd pê aciz nabin, dev ji hezkirina tirkan, Tirkiyê û tirkî bernadin.

Di van 30 salê dawî da tiştê tirkan anîye serê me, hey hewar e, kevir û dar dihele. Lê tesîrê li kurdan nake, hîn jî bi milyonan kurd heval û dostên vê rejîma irqçî, faşîst in, xwe dikin qurbana tirkan, dev ji xulamtîya tirkan bernadin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE