01 augusti 2021

Dibê em ji tirkan bêyî terorê û kuştinê hêvîya tiştekî din nekin

Komîsîyona Mafê Mirovan a meclîsa Tirkiyê serdana xwe ya Konyayê betal kiriye.
Xwedêgiravî heyeteke komîsyonê sibe ji bo lêkolîna qetlîama malbata kurd ewê biçûya Konayayê.

Lê serokê komîsîyonê poşman bû, gotiye ”nuha rewş ne misaîde”, lema em naçin.
Hela hûn bala xwe bidin vê derewa bi boçik, îcar rewş ne misaîd e?


Yekî nizanibe ewê bibêje belkî li wî gundî herbeke mezin heye.
Ev jî nîşan dide hukûmet, dewlet li pişt qetlîamê ye, lema jî naxwazin zêde tev bidin, dixwazin ser qetlîamê bigrin.
Jixwe dibêjin qatil jî hîn negirtine.
Wek her tiştê tirkan, meclîs û komîsyona wan jî, mahkima wan jî tenê nav e, tirk ji deve jî xerabtir in, tu tiştekî wan ne normal e, her tiştê wan sexte û vir e.

Bi dîtina min bêyî terorê û kuştinê dibê em ji tirkan hêvîya tiştekî din nekin. Tirk heta bikanibin ewê êrîşên xwe bidomînin. Ewê geh bi hêzên xwe yên resmî, geh jî bi hêzên xwe yên neresmî, bi faşîst û çeteyên organîze kirine bikin.

XXX

Ev 19 sal in dîktator û zalimekî wek Erdogan li ser hukim e. Ji birçîna, di bin zulmê da nale nale tirka ye.

Lê tirkan heta nuha rojekê jî li hemberî vê rejîma çete û faşîst serî hilnedan.

Bêyî tirkiyê li tu welatekî din dîktatorekî wek Erdog nikane hewqas sal bi rehetî li ser hum bimîne.

Ji Afrîkayê bigire heta bi gelek welatên ereban, Îranê, Belarûsê xelkê li hemberî dîktatorên xwe serî hildan, lê ji tirkan heta nuha qet deng derneketiye, rojekê jî li dijî Erdogan protestoyek nekirine.

Yanî tirk miletekî layiqî zulmê ne, Erdogan çi bîne serê wan, misteheqê wan e, tirk ne tu însan in.

XXX
Ji kîjan fikrê, ji kîjan partiyê dibe bira bibe, dibê em li hev xwedî derkevin, herin hawara hev. Çimkî em kurd wek milet di min zulm û êrîşeke pir mezin da ne.

Pilan û hedefa tirkan, tiştên anîn serê êrmenîyan û rûman, bînin serê me jî, vê prosesê ji zû da ye dest pê kiriye.

Dibê em ji bindestiya tirkan azad bibin, ya na halê me ewê tim ev halê rezîl be, ewê me gişan bi darê zorê bikin tirk.

Gerek em vê jenosîda tirkan nîşanî dinyayê bidin, sistî, bêdengî, tirs malwêranî ye.
Dibê em ji qetlîamên êrmenîyan û kurdên başûr dersê bigrin û li gorî wê hin tiştan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE