03 augusti 2021

Hindik-Rindik bloga herî aktîf e

Omer Faruk Baran di bloga xwe Perxudresê da qala bloga min ”hindik-rindik” kiriye, gotiye:

”Min ji lîsteya Vîn Kovarê çavek li blogan gerand. Xêncî ya Zinarê Xamo ti blogeke aktîf tunebû hema bêje. Hinek blogan bi destpêka pandemîya vîrusa korona re - qey ji acizîya li malê ye - li ber xwe dane parîyekî lê dûra dîsa sekinîne.”

Bi vê agahiyê him kêfa min hat, him jî hinekî xemgîn bûm.

Kêfa min hat, çimkî bloga min aktîf e, ez mahcûb nekirime û ev yek jî bûye sebebê camêr qala min bike û xwendevanên xwe ji vê yekê agahdar bike.

Xelk bi başî qala meriv bike baş e, kêfa meriv tê. Mala camêr ava be.

Ev 14 sal in bloga min hindik-rindik heye, nexweşî û rêwîtî ne tê da, min her roj tim nuh kiriye.

Min rojekê jî nivîseke rojek berê bi xwendevanên xwe nedaye xwendin, min her roj herî kêm bi nivîsekê, bi du nivîsa, carnan jî bi sê çar nivîsan update kiriye.

Çawa aşxane xwarina kevn, xwarina şevîn nafroşe, min jî tu carî xwendevanên xwe bêyî nivîsên nuh nehîştiye.

Xemgîn bûm, ji ber ku blogerên kurmancî ne aktîf in. Li gorî 10, 15, 20 sal berê di nav kurdan da nivîskar, kesên xwedî qelem, kesên kanin bi kurdî binivîsin zêde bûne, lê bloger zêde nebûne û blogên hene jî tim ne aktîf in, bloger ne xwediyên blogerîyeke bi îstîkrar in.

Bi baweriya min ev yek li gorî potansîyela me kontrasteke ecêb e, gerek him blog pir bûna û him jî giş aktîf bûna.

Ji bo çi ye nizanim, lê blog wek facebookê, lê bi taybetî jî bi qasî twîtterê ne populer e.

Însan bi hewes dest pê dikin, demekê dom dikin, lê berdewamiyê nîşan nadin.

Gava berdewamî tunebe xwedevan jî riya xwe bi blogê naxîne.

Çimkî xwendevan nizane blog aktîf e ya na. Yanî sûc ne yê xwendevan e, yê bloger e.

Bi xêra Omer Faruk Baran, haya min ji hebûna ”Vîn Kovarê” jî çê bû. Ew jî baş e, êdî edres diyar e.

Bi qasî ez dibînim bloga Omer Faruk Baran, Perxudres jî wek ”hindik-rindik” aktîf e û di van demên dawî da tiştên pir xweş tê da hene.

Qelema Omer Faruk Baran jixwe pir xurt e, her roj bi kinî, lê belê bi hostayî qala tiştên pir balkêş dike.

Tiştên ew dibîne, bûyerên bala wî dikşîne, her kes nabîne, fena ku çar çav û çar guhên wî hebin û li gorî însanên din xweştir bibîne.

Bi nivîsên wî meriv diçe Rihayê, Sirûcê û carnan jî li Kurdistanê digere, hin tiştên nuh dibihîze, dixwîne.

Hestên wî van rojan hinekî serobinî hev bûne. Atmosfera welêt û halê me, wek her kurdî tesîr li wî jî kiriye. Lê ev yek tahm û lezetekê dide nivîsên wî. Dilzîzî tiştên xweş bi meriv dide gotin.

Perxudres, blogeke meriv ji serdana wê, ji xwendina wê poşman nabe. Keç û xortên delal, her roj riya xwe bi Perxudresê xin, hûnê tu carî poşman nebin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE