21 juli 2020

Zibil


Yekî telîsek zibil li pişta xwe kiribû û di ber tîmarxanê ra derbas dibû. Dînekî jê pirsî, got:
-Ma ew çi ye li pişta te ye?
Mêrik got:
-Zibil e.
Dîn got:
-Tu yê zibil çi bikî?
Mêrik got:

-Ezê bibim bi tûfrengiyên(çîlekên) xwe bireşînim.
Yê dîn bi dengekî hêlî got:
-De bala xwe bidê ha, em şekir jî bi ser tûfiringiyan direşînin lê dîsa jî navê me dîn e!

Ferz û sunet
Rojekê sê mele bûn mîvanê Xoce Nesredîn. Her sê jî gelkî birçî bûne. Xanima Xoce reben çi xwarin da ber wan, di cî da paqij kirin û gotine, me baş têr nexwar. Dawiya dawî li mala Xoce tiştekî xwarinê nehîştin, çi hebûye giş paqij kirin. Berî ku sifrê ji ber wan rakin, her yekî pariyek nan jê kir û di binê lengeriya vik û fala dan û gotin:
-Ev jî sunet e, dibê meriv sêniya ber xwe baş paqij bike.
Di wê nabênê da lawê Xoce yê biçûk ket hundur.
Mîvanên wî jê pirsîn, gotin:
-Xwedê ji te ra bihêle, ma navê wî çi ye?
Xoce got:
-Navê wî Ferz e.
Mele matmayî man, gotin:
-Seyda, ev çawa nav e? Me heta nuha navekî wiha nebihîstiye.
Xoce serê xwe hejand û got:
-Ê ez bibêjim navê wî Sunet ji bo ku hûn wî jî bixwun!

Tirafîqa Tirkiyê
Pûlisê tirafîkê yê tirk bi şev şufêrek sekinand û jê ra got:
-Lempeya te ya çepê ya pêşî rast û çep îşaret dike.
Şufêr ji ereba xwe daket, hinekî bala xwe da lempan, tu kêmasî nedît, ji pûlis ra got:
-Bi rastî min tiştek ji we fêm nekir. Berî nuha bi pênc deqîqan ez dîsa hatim sekinandin, li wir pûlis ji min ra got, ”lempeyek te li asîmanan dinêre”û tu jî dibêjî lempeya te ”rast û çep îşaret dike” Nuha ez ji we kê bawer bikim?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE