20 juli 2020

Roj ne roja bêhîvîtiyê ye


Yên welatê me dagir kirine ewê dest bavêjin namûs û şerefa me ya şexsî jî. Û ji berê û ber da jî ev yek kirine û him jî pir caran kirine.

Lê piştî demekê em ji bîr dikin.

Çimkî bindestiyê, asîmîlasyonê hafiza me ya netewî zeîf kiriye. Em bi tarîxa xwe nizanin.

Heta em bindest bin û nebin xwedî dewlet, wek welatê me, namûs û şerefa me ya şexsî jî ewê di bin nigên dijminên me da be.


Merivê bindest kole ye, ne xwedî tiştekî ye.

Heger em dixwazin xelk dest dirêjiya namûs û şerefa me ya şexsî neke, dibê em ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet; em bibin miletekî azad û xwedî îrade.

Nuha em ne xwedî îradeya xwe ne, her tiştê me, hebûna me, mal û milkê me, şeref û namûsa me giş di bin destê tirkan da ye.


Ya emê bindestiyê qebûl bikin û wek xulam û koleyên tirkan jiyaneke rezîl, bêşexsîyet, bêîrade bijîn, ya jî emê li ber xwe bidin, bi qelema xwe, bi gotina xwe, bi dilê xwe li dijî zulmê û dagirkeriyê bin.
Zû, dereng serketin ya me ye, roj ne roja bêhêvîtiyêye. Em ji do xurttir in.

XXX


-Ji bo ku meriv bizanibe însan bi rastî çi difikirin, ne li gotinên wan, çi dikin li wê binêrin.
Rene Descartes

-Heqîqet nebateke nikane were wendakirin, Hûn wê têxin binê kevirekî jî, dema wexta wê hat, ji bo derkeve ortê ewê rêyekê bibîne.
Frank Thiess

-Her aqil, tiştê hêza wî nagihîjê û nikane îdrak bike, înkar dike.
Îbnî Haldûn

-Terbiyeya merivekî ji çawa dikene, zeka û misteweya wî jî bi çi dikene fêm bike
Mewlane


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE