21 juli 2020

Dibê em hinekî bînfire bin


Di siyasetê da gava karê meriv çep digere, xerab digere, rast naçe meriv bînteng dibe û bela xwe di kesên der û dora xwe dide, li sûcdaran digere.

Ev haletekî ne xerîb e, psîkolojiya kesê serneketî ye. Djibê meriv vê psîkoloiyê fêm bike û şêleke li gorî wê nîşan bide.

Bi hêrsê em nikanin tu geleşeke xwe çareser bikin.


Îşê me kurdan nuha baş naçe, dijminên me bi hovana êrîşî me dikin, me gelkî diêşînin û em nikanin êrîşên wan rawestînin.

Vê yekê em gelkî bînteng kirine û ji bo ku em nikanin bi dijminê xwe, em bela xwe di hev didin, dilê hev dihêlin.

Dibê em bînfire bin, ev rewş wiha dom nake, emê rojên baştir bibînin.

Di vir da ya muhîm em zêde nebin dijminên hev. Em çiqasî bi hev kevin ji me ra xerab e. Gelş û şaşiyên çê dibin jî dibê meriv bêyî şer û teşxele, bi diyalogê çareser bike. Şer, teşxele, dijminatî li zirara me ye.

 XXX
Êrîşên Tirkiyê ser başûrê Kurdistanê bênabên berdewam in. Tirkiye li başûrê Kurdistanê her roj hinek erdê din dagir dike û qereqolan lê ava dike.

Serokê Licneya Lêkolînên Ziyanan li Herêmên Sînor yê Encumena Parêzgeha Duhokê Rizgar Sidiqî gotiye ji sala 1991ê ve tenê li navçeya Amêdiyê 198 gund ji ber êrîşên Tirkiyê hatine valakirin.
Ev tenê li Duhokê ye, li herêmên din jî bi sedan gund ji ber êrîşên tirkan hatine valakirin.

Tirk dixwazin li seranserê sînorê Tirkiyê û Îraqê 30-40 km dagir bikin, ji bo ku têkiliya kurdan ji hev qut bikin kembereke tirk ava dikin. Di vî warî da gelkî bi pêş ketine jî.

Li Sûriyê jî bi dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Sipî û hin herêmên din eynî kembera tirk çêkirine.
Bi hawakî dibê em van tirkan bixesînin, heta ew derbeke mezin nexwin dev ji me bernadin, li du beşekî Kurdistanê rehetiyê nadin me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE