21 juli 2020

Xwezî her bavê kurd wiha bûya


Her kes ziman ji dêya xwe fêr dibe. Çimkî dê cara pêşî bi zarok ra dipeyive. Lema jî navê zimanê meriv di zaroktiya xwe da fêr dibe bi her zimanî, zimanê dayikê ye.

Lêbelê Hêja Netirk xanim, wê kurmanciya xwe ya şîrîn û bêqusûr ne ji dêya xwe, ji bavê xwe fêr bûye. Belê ji bavê xwe...

Ev jî tiştekî îstîsna ye.


Min jê pirsî, min got: ”Ma tu vê kurmanciya hewqasî fesîh û xweş li ku fêr bûye ?”

Xanimê gotiye: ”Ji bavê xwe !”

Li dinyayê bavê wiha jî hene. Xwezî her bavê kurd wek bavê Hêja Netirk xanimê bûye.

Ji bo ku wî keçeke wiha jêhatî û zarşîrîn mezin kiriye ez wî pîroz dikim…

Mustafa Sarıca: Kekê Zinar hevjîna min jî Azerî ye û min jî li gel kecha xwe her tim Kurdî axaft. A niha hema tu bêbêje wekî min Kurmancî diaxivitin..Lê hindekî ji herêma Cilêmêrgî  Silav

Zinarê Xamo :Her bijî, te pîroz dikim.
Meriv kane bi du zimanan zarokên xwe mezin bike. Gelş tuneye. Li Swêd bi hezaran zarok li malên xwe bêyî swêdî, bi du zimanan dipeyivin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE