21 juli 2020

Li Anqerê jî avê nadin gundên kurdan


Kurd li ku bin, li Konyayê ya jî li Anqerê bibn, ji bo tirkan qet ferq nake, dijminatiya kurdan, avê nadin gundên kurdan.

Li qeza Bala ya Anqerê gundê kurdan yê bi navê Malmûsa di navbera du bendavan da ye lê dîsa jî ava gund tuneye. Ji ber tunebûna avê gundî nikanin çandiniyê bikin, nikanin bax û bexçan biçînin.

Ji gundê Malmûsa Osman Konukçû dibêje, ”Ji ber ku em kurd in avê nadin me. Herin li van dorûberan binêrin, tevahiya gundên tirkan hişin in û ava wan heye.”


Li qeza Bala ya Anqerê 17 gundên kurdan hene. Her 17 gund jî ji bo ku gundên kurdan in bêav in, dewlet avê nadê. 

Lê dide gundên tirkan. 

Bi baweriya min dewlet bi vî hawî dixwaze kurdan ji gundên Anatoliyê derxe, berê wan bide bajaran. Çimkî di bajaran da ewê zû asîmîle bibin, bibin tirk. 

Lê gava kurd li gundan, bi hev ra bijîn, ji hev belav nebin, li ser hev bin, bi hev ra bi kurmancî dipeyivin û nahelin. 

Ev 300-400 sal e kurd li Anatoliyê hene, li herêma Konyayê û Anqerê hene, ji bo ku li gundan li ser hev bûn neheliyan, kurd man. 

Dewlet nuha dixwaze kurdan ji gundan bidin koçkirin. Lema avê nabe gund, riyên wan çê nake, wan ji  gelek xizmetan mahrûm dihêlin, ji bo ku xelk koç bike.

Yanî sebebê bêavbûna gundê Malmûsa û gundên kurdan ên din siyasî ye, irqçîtîye, dixwazin bi van pilanên bi dizî kurdan ji gundan derxin, berê wan bidin metropolan.

Dibê em baş bizanibin kurd li ku bin dewleta tirkan neyartiya wan dike, Anqere, Konya, Kurdistan ji bo tirkan qet ferq nake, kurd li ku bin neyarên wan in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE