02 juli 2020

Meriv destvala be yê bi sîleh hesabê meriv nake


Ji bo ku dewleteke me ya serbixwe tuneye li herêma xwe em nikanin bibin aktor, herî zêde em faktor in.

Lema jî ne Amerîka û ne jî Rûsya zêde hesabê me nakin, di birr û bazaran da, li ser masê em tunene.

Amerîka, Rûsya bi dijminên me ra li dijî me çi karan bikin, çi  peymanan îmze bikin jî em tiştekî bi wan bikin, em nikanin rê li ber wan bigrin. 


Û ji xwe em nizanin emerîkiyan û rûsan di bin ra bi tirkan ra, bi Sûriyê û Îraqê ra çi dek û dolab gerandine, çi peyman îmze kirine.

Tiştê em li ser siyaseta Amerîkayê û Rûsyayê ya Sûriyê û Îraqê dibêjin tenê texmînên me yên şeşxsî ne, haya me, baya me ji pilan û projeyên emerîkiyan û rûsan tuneye. Ne Amerîkayê û ne jî Rûsyayê bi me ra tu peyman îmze nekirine.

Ew ûjdanên xwe, çi bikin kanin bikin, ne bi me dişêwirin û ne jî hesabê me dikin. Ji bo ku dewleta me tuneye em nekinan tank û topan, balafir û fuzeyan ji wan bikirin û ne jî li herêmê hebûna wan têxe tahlûkê. Ji bo wê jî ne rûs û ne jî emerîkî qet ji me natirsin û me bi tiştekî jî nahesibînin. Kînga dilê wan bixwaze kanin li me xin, ya jî bêbextiya herî mezin bikin.

Lê gava were hesabê wan, gava hevkariya me fêdeê bigihîne wan, bi me me ra hevakariyê dikin, destegê didin me, sîlehan didin me. Lê kînga bixwazin kanin me li ser piştê bixwînin û em nikanin tiştekî jî bi wan bikin.

Di şer da meriv destvala be yê bi sîleh ji meriv natirse, hesabê meriv nake. Em destvala ne û rûs û emerîkî jî xwedî artêş û îmkanên mezin in. Lema jî qet hesabê me nakin.

Li Kerkûkê, li Efrînê, li Serê Kaniyê, li Girê sipî û li gelek derên din ji nişka ve, di şevekê da bi me ra bêbextî kirin, em firotin tirk û ereban, me nikanîbû hesabê vê bêbextiyê ji wan bipirsiya.

Çimkî ew dewlet in, em ne dewle tin.

Û heta em nebin xwedî dewleteke serbixwe, li welatê xwe emê tu carî nebin aktor, herî zêde carnan emê bibin faktor…
Çavê li deriya xwelî li seriya.
Suyarê hespê xelkê tim peyaye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE